
‘Em ê bi hev re bi ser kevin’
- 09:04 20 Sibat 2025
- Rojane
STENBOL - Ji Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê Hacer Elçîn, bertek nîşanê operasyonên lihember HDK û pêkhateyên wê da û got: “Em bi hev re têkoşînê nedin em ê biser nekevin. Ya bi hev re ya jî em tu kes.”
Duh saetên sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li gelek bajaran bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Çep a Kesk jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Ji Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê Hacer Elçîn der barê operasyonên girtin û binçavkirinê de axivî.
Hacer Elçîn balkişand ser pêvajoya Kobanê û got li Pirsûsa Rihayê di êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê de 33 ciwanên sosyalîst hatine qetilkirin û got ji pêvajoya Kobanê heta niha zext roj bi roj giran bûne. Hacer Elçîn wiha got: “Em her roj bi operasyoneke nû şiyar dibin. Ev zext bi salan e berdewam dikin. Li dijî muxalîf, parêzvanên maf û mafxwazan her tim êrîş tên kirin. Ji rojnamegeran heta nivîskar, ji karkeran heta xwendekaran her roj li dijî her kesê li mafên xwe digerin operasyon tên kirin. Em weke Malbatên Pirsûsê van êrîşan qebûl nakin. Ji bo kesên 33 zarokên me yên Rêwiyên Xeyalan qetil kirin bên darizandin û edalet pêk were em deh sal in têdikoşin. Dema em dibêjin 'Ji Pirsûsê re edalet, ji her kesî re edalet' em ji bo hemû beşên civakê edaletê dixwazin. Em ji bo Pirsûsê, ji bo 10’ê Cotmehê û ji bo Roboskî edaletê dixwazin. Li ku derê komkujî û neheqî hebe em ji bo wan jî edaletê dixwazin. Em van êrîş û girtinan qebûl nakin. Ev zext nikarin me bişkînin. Dayika Pirsûsê Besna Erol ji ber axaftina li ser gora zarokê xwe 5 sal in di girtîgehê de ye. Ev nayê qebûlkirin.”
‘Em aştiyê dixwazin’
Hacer Elçîn bang li desthilatdariyê kir û wiha bi lêv kir: “Li aliyekî dibêjin aştî li aliyê din êrîşê muxalîfan dikin. Lê li dijî van êrîşan kesên têkoşîna maf didin serî natewînin.Heta dawiya jiyana xwe em ê têbikşin. Em aştiyê dixwazin. Ev operasyonên zext û çewisandinê nayên qebûlkirin. Ev gel wê li dijî van dijhiqûqiyan serî natewîne. Li aliyekî dibêjin aştî li aliyê din qeyûman tayîn dikin li aliyekî operasyonan dikin û êrîşan didomînin. Aştiyeke wisa nabe. AKP-MHP dixwaze mirovên yek tîp biafirîne. Dixwazin em serî bitewînin lê em natewînin. Gel wê li dijî van dijhiqûqiyan serî netewînin.”
‘HDK meclîsa gel e’
Hacer Elçîn bal kişand ser operasyonên li ser HDK’ê û gotinên xwe wiha bidawî kirin: “HDK di vê erdnîgariyê de feraseteke pir girîng temsîl dike. Armanca HDK'ê rêxistinkirina hemû gelan e û armanc dike ku her kes bi biratî bijî. Helbet ji ber ku berovajî vê ferasetê diparêzin êrîş dikin. HDK saziyeke demokratîk e. Ev avabûnek e ku bi sedan sazî, sendîka, komele û partiyan pêk tê. HDK weke meclîseke gel a mezin e. Dibêjin; 'Heke em HDK'ê hilweşînin, em ê civakê hilweşînin'. Divê hemû muxalifên li vir û her kesên li mafên xwe digerin bi hev re têbikoşin. Îro li Wanê qeyûm hat tayînkirin? Divê em bibêjin 'Wan a me ye'. Îro li dijî HDK’ê operasyon hebû? Divê em xwedî lê derkevin. Malbatên Pirsûsê hatin girtin? Divê em xwedî lê derkevin. Lewma ger em bi hev re şer nekin em nikarin bi ser bikevin. Lê em dikarin bi yekîtiyê bi ser bikevin. Tiştek bi tenê çênabe. Ya bi hevre yan jî tu kes.”