Jiyaneke di konteynirê de sînordar bûye
- 09:02 18 Çile 2025
- Jiyan
Pelşîn Çetînkaya
HATAY - Mexdûra erdhejê Hediye Sayan Çoçen diyar kir ku tevî du sal di ser erheja mezin a 6’ê Sibatê re pêk hatiye der bas bûye jî hîna pirsgirêkên mezin dijîn û got bi zarokê xwe re di şert û mercên giran de di konteynirê de têkoşîna jiyanê dide.
Di 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş erdhejek mezin pêk hat û bandor li gelek bajaran kir. Di ser erdhejê re 2 sal derbas bû lê hîna birîn tezene. Yek ji bajarê ku herî zêde zirar dîti Hatay bû. Êşa mirovan hîna teze ye. Li bajar beşeke mezin a avahiyan hilweşiya û xesarek mezin dîtin. Gelek welatî jî hîna di konteyniran de dijîn. Welatiyên di konteyniran de dijîn diyar dikin ku pirsgirêkên mezin dijîn.
Hediye Sayan Çoçen ku ji erdhejê bi bandor bû der barê pêvajoya derbas bûyî de ji ajansa me re axivî.
‘Weke qiyametê bû’
Hediye Sayan Çoçen wiha vegot: “Me windahiyên mezin dan. Em 6’ê sibatê bi dengekî mezin şiyar bûn. Em hejiyan me xwe avêt derve. Erdhej nedisekinî. Me got qey qiyamet rabûye.Dengê her tiştî hilweşînan dihat. Lê me nikaribû tiştekî bikin. şevek zehmet û zor bû. Baran hebû. Sibeh nebû. Roj ronî nebû. Dîwar ketibûn ser wesayîtên me. Me nikaribû wesayîta xwe bi kar bînin. Xizmên me jiyana xwe ji dest dan . Xwişk, bira û biraziyên min di bin kavilan de mabûn. Me bi zor xilas kirin. Xaniyekî bavê min li gund hebû. Em hemû çûn wir me kon veda. Em 27 kes bûn. Ev diket konê me. Baran dibarî. Cilên me nivînên me şil dibûn.”
Di konteynirê de dijîn
Hediye Sayan Çoçen diyar kir ku piştî çend mehan şûnde konteynir derketiye û wiha zor û zehmetiyên di konteniyran de vegot: “Em sê kes di odeyek biçûk de ne. Zehmet e. Lê ji kon baştir e. Ji ber vê em şukur dikin. Dibsitan hilweşiyan. Kurê min neçû dibistanê. Piştre dibistanên konteynir hatin çêkirin. Cihê karê min ji dibistana kurê min dur bû. Cihê kar konteynirek dan min û ji ber dibistanê ez li wir bi cih bûm. Hevjînê min jî di konteynira din de ma. Baran dibare. Ceyran tê birîn. Dema ceyran diçe em betaniyê davêjin ser xwe. Carnan 15-20 saetan nayê.Eewlehiya me jî tuneye. Mirovên li kolanan carnan konteynira me kêr dikin. Em jin bi şev nikarin derkevin derve. Me gelek bêriya jiyana xwe ya berê taxa xwe kiriye. Divê demildest li xaniyan bên bicihkirin.”