
Ji aliyê Şaredariya Rezanê ve çalakiya 21'ê Sibatê
- 11:42 21 Sibat 2025
- Çand û Huner
AMED - Şaredariya Rezanê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi koroya zarokan, şano û konsera dengbêjiyê pîroz kir. Hevşaredar Leyla Ayaz bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê ya ji bo nasname û çandê.
Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji aliyê Midûriyeta Jinan û Midûriyeta Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Rezan a Amedê ve çalakiyek hat lidarxistin. Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz, Cîgira Hevşaredar Jiyan Aslan, rêveberên yekîneyan, karmend, zarokên di kursên şaredariyê de perwerde dibînin û malbatên wan û gelek welatî beşdarî çalakiya li Salona Konferansê ya Navenda Ciwanan a Rezanê bûn.
Leyla Ayaz a ku axaftina vekirinê kir, 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir û got, "Weke hûn jî dizanin jiyan xweştir dibe û bi zimanê dayikê dewam dike."
Çalakî bi govend û şanoyê ji aliyê zarokan ve berdewam kir. Çalakiya ku bi dîwana Dengbejê dewam kir, bû şahidê wêneyên rengîn. Çalakiya ku gelek caran ji aliyê temaşevanan ve hat pîrozkirin, naveroka ku bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî bû.