
Şaredariya Bismilê bernameya 8’ê Adarê aşkera kir
- 20:19 21 Sibat 2025
- Rojane
AMED - Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bismilê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bernameya amade kiribû aşkera kir.
Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bismilê, bernameya 8’ê Adarê Jinan a Cîhanê aşkera kir. Li navçeyê 5 rojan wê di çarçoveya bernameyan de panel, şano, berhemên keda jinan, guhdarkirina muzîkê pêk bê. Hevşaredara Bismilê Migîn Ekîn da zanîn ku wê 8’ê Adarê de li qadan bin û wiha got: “Em ê azadiya têkşoîna jinê bibin siberojan. Divê jin li qadan hîn bêtir dengê xwe bilkind bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku tevli bernameyê bibin.”
Bernameya 8’ê Adarê
23’ê Sibatê saet di 11.00’an deli Parka Kardeşlîk wê ‘Hevdîtina keda jinan’ pêk bê. 25’ê Sibatê de dsaet di 14. 00’an de li Salona Egîtîm Senê wê panela bi sernavê ‘di lêgerîna maf de jin’ pêk bê. Di hevdîtina jinan de li Parka Jinan a Roj saet di 13.00’an de wê muzîk bê pêşkêşkirin.3’ê Adarê de li kolana Ornek wê saet di 16.30’an de pêşangeha wêneyên keda jinan bê pêşandan. 4’ê Adarê de li Salona Egîtîm Senê aet di 20.00’an de wê şano bê lîstin.