![](/staticfiles/news/251431/2025/02/14/823x463cc-ank-14-02-25-halide-turkoglu-meclis-konusma.jpg)
Halîde Turkoglu: Guh bidin gotinên jinan
- 11:50 14 Sibat 2025
- Ramyarî
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu di Lijneya Giştî ya Meclîsê de axivî û berpirsyariya Komîsyona Lêkolînê ya Pêşîlêgirtina Şîdet û Cudakariya li Ser Jinê bi bîr xist û banga cidiyetê kir û xwest gotinên jinan bên guhdarkirin.
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, li Lijneya Giştî ya Meclîsê axivî û têkildarî tundiya li ser jinê got: "Yek ji pirsgirêkên herî girîng ên li vî welatî pirsgirêka tundiya li ser jinê ye."
Halîde Turkoglu, destnîşan kir ku di vê qonaxê de rewş zelal e, lê nêzîkatiya li pirsgirêkên jinan nîşaneya çawaniya rewakirina qetlîamên jinan e û wiha bi lêv kir: "Ji bo Komîsyona Lêkolînê ya Pêşîgirtina li Şîdet û Cudakariya li Ser Jinê banga cidîbûnê kir. Divê gotinên parlamenterên jin ên partiyên muxalîf ên endamên Komîsyonê bên guhdarkirin. Berpirsiyariya we ew e ku hûn destwerdana polîtîkayên heyî yên hikûmetê bikin ji bo pêkanîna rêbazên bi bandor li dijî tundiya li ser jinan û arastekirina vê hikûmetê ji bo afirandina polîtîkayên di berjewendiya jinan de. Berovajiyê wê ne mimkûn e. Em tu carî nêzîkatî û polîtîkayên serdest ên mêr ên vê komîsyonê qebûl nakin."
Halîde Turkoglu, anî ziman ku daraza heyî jî şîdeta li ser jinê xurt dike û got: “Binêrin, sûcdarên li dijî jinan ji aliyê daraza vî welatî ve tên beraetkirin. Heta ku em hebin em ê bibin dengê jinên hatine qetilkirin û hesab ji wan bipirsin. Em ê tu carî dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin. Biryarên vê darazê dibin sedem ku em têkoşîna xwe ya azadiya jinê berfireh bikin."
'Baweriya jinan bi vê hikûmetê nayê'
Halîde Turkoglû bi bîr xist ku hikûmetê sala 2025'an weke sala malbatê îlan kir û destnîşan kir ku polîtîkayên zayendperest ên serdest ên mêr nikarin derbarê jiyana jinan de biryarê bidin. Halîde Turkoglu got, “Tenê jin biryara vê didin. Di têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê de ev hikûmet gelek caran li ber çavên jinan têk çûye. Baweriya me jinan bi vê desthilatdariya ku mafê me yê nefaqay paşguh dike nayê ku em ê îsal ne sala malbatê, sala wekhevî û azadiya jinê îlan bikin. Em ê têkoşînê zêdetir mezin bikin, em ê hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin.
'Hûn gelek caran li pêşberî vê îradeyê têk çûn'
Halîde Turkoglu, bal kişand ser desteserkirina qeyûman û wiha dewam kir: “Li aliyekê dibêjin wekhevî, dibêjin vîna gelan, li aliyê din jî tayînkirina qeyûman li gorî îradeya gelê Kurd rast dibînin. Dibêjin ne jin ne jî kurd nikarin xwe bi rêve bibin. Binêrin, qeyûm ji roja tên tayînkirin bi desteserkirina destkeftiyên jinan dest bi kar dikin. Hikûmeta ku ji bo Serokatiya Komîsyona Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê mêrek tayîn kir, bi polîtîkaya qeyûm ve aliyê vê yê herêmî hedef dike. Niha jî hewl didin qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bikin. Gelê Wanê, jin û ciwan 3 roj in li ber şaredariya xwe nobetê digirin û dibêjin 'em ê nehêlin vîna me bê desteserkirin'. Ji vir ve gelê Wanê û jinên Wanê yên ku dest ji parastina vîna xwe bernadin silav dikim. Hûn li hemberî vê îradeyê gelek caran têk çûne, ger hûn di van polîtîkayan de israr bikin hûn ê careke din mehkûmî têkçûnê bin. Ez dixwazim careke din bînim bîra we. Rêya aştiyê bi misogerkirina azadî û wekheviyê pêkan e. Çawa ku em dest ji avakirina vê rêyê bernadin, em ê rê nedin tu kes bi polîtîkayên şer vê rêyê asteng bike. Em ê rê nedin ku hûn vê rêyê bi siyaseta qeyûm asteng bikin. Çi dibe bila bibe em ê jin li van xakan aştiya bi rûmet ava bikin. Em dizanin ku di têkoşîna aştiya bi rûmet de wê pêşeng gel, kedkar û xizan bin. Em ê jin bi hemû cudatiyên xwe jiyana wekhev û azd bihûnin."