Medyaya alîgir bingeha êrişan ava dike

  • 09:52 9 Sibat 2025
  • Medya Kritîk
Roza Metîna 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hedefgirtina hesabên xizmetê ji birdoziya yekperest dikin li hemberî rojnamegeran dewam dikin. Di heman demê de jî ev hesab bi taybet dijminatiya jinan dikin. Mînaka vê ya herî dawî hedefgirtina van hesabên faşist a rojnameger Oznûr Deger bû. 
 
Medya ji aliyê pêşketina civakê û ragihandina ku mafekî rewa ye, xwediyê cihekî taybet e. Rola medyayê ya di jiyanan mirovan de jî gelekî girîng e. Bûye wekî pêdiviyeke esas a jiyana mirovan. Lê belê di vir de ya divê em esas bigirin ev medya çawa tê bikaranîn ? 
 
Îktidarên heyî dema tên peywirê di destpêkê de hewl didin tora medyayê têxin binê kontrola xwe. Dema vê yekê pêk tînin jî tenê li gor berjewendiyên wê îktidarê ev medya tê bikaranîn. Îktidara AKP-MHP’ê jî niha tenê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û parastina paldanka xwe vê medyayê bi kar tînin. Dema rewş wiha be elbet êrişên li ser kedkarên çapemeniya azad jî wê demê dibe rojev. 
 
Ev êrişên dibin rojev tenê bi binçavkirin, girtin, tundî, dûrxistina ji kar û îşkenceyê namînin. Ji bo bingeheke vêya ya zexm bê bikaranînin televizyon, radyo, hesabên medyaya dîjîtal, rojname hemû alavên ragihandinê ji aliyê îktidarê ve tên bikaranîn. Bi taybet rojnameger dema li qadan nûçeyan dişopînin dibin hedefa dewletê û ji bo rewakirina van zextan jî dîsa medyayê dixin meriyetê. Wekî têgehên mîna “endamtiya rêxistinê”,”propagandaya rêxistinê” yên klîşe jî elbet bingeha êrişan tên amadekirin. 
 
Ev êrişên têne kirin elbet em nikarin tenê wekî fîzîkî bigirin dest. Ev êriş bi gotinên zayendperest, heqaret û tundiya derûnî jî tên kirin. Wexta rojnamegerên bi vana re rû bi rû dimînin bertekê nîşan didin jî derbarê wan de lêpirsîn û doz tên vekirin. Em mînakeke vê yekê bidin. Nûçegîhana JINNEWS'ê Oznûr Deger di dema şopandina nûçeyan de ji aliyê polîsan ve gotinên zayendperest ji bo wê hat bikaranîn. Oznûr Deger jî li hemberî kamerayan bertek nîşanî van gotinên zayendperest da. Piştre bi îddiaya "Heqareta li peywirdarên cemaweriyê" lêpirsîn derbarê Oznûr Deger de hat vekirin. Dema Oznûr Deger bertek nîşanî gotinên zayendperest da ji aliyê hinek hesabên medyaya dîjîtal ve bû hedef. Ev hesabên ku bi awayekî faşîst rojnamegeran dikin hedef bingeha binçavkirina Oznûr Deger jî ava kirin. Bi vê re di 7’ê Sibatê de li taxa Îpekê ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê di serdegirtina malê de Oznûr Deger hat binçavkirin. Polîsên tîmên taybet bi ser malê de girtin û deriyên malê şikandin. Oznûr Deger dema ji malê dihat derxistin lêdan xwar, destên wê ji pişt ve hatin kelemçekirin û polîsan ew ji ser dirêncekan del dan. Ev êrişa sîstematîk û rola hesabên faşîst ên rojnamegeran dikin hedef bi hev re girêdayîne. 
 
Sazî û dezgehên rojnamegeriyê jî li dijî destpêkirina lêpirsîna derbarê Oznûr Deger de her wiha li dij gotinên zayendperest piştgirî dan Oznûr Deger. Ji bo rojnameger bikaribin bi awayekî azad pîşeya xwe bikin divê ew piştevanî hîn bêhtir bê xurtkirin. Encax bi vî rengî ev îktidar negihêje armanca xwe. 
 
Îktidar ji bo bigihêje armanca xwe medyayê wekî alavekê bi kar tîne. Li gor rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) tenê di mehekê de 7 jinên rojnameger hatine binçavkirin û 9 jinên rojnameger jî girtîne. Dema jinên rojnameger bi awayekî nehiqûqî tên girtin jî ji bo ev girtin bê rewakirin jî medyaya alîgir zimanekî li dij rojnamegeran bi kar tîne. Li dijî medyaya alîgir wekî alternatîf çapameniya azad heye û li ser rêya heqîqetê ye. Îktidara ku vê yekê tehemul nake tenê êriş dike. 
 
Ev êrişana piralî ne. Li girtîgehan jî di meriyetê de ne. Ferzkirina lêgerîna tazî, ferzkirina “qerta terorê” û hinek ji binpêrkirina mafên rojnamegeran ên sereke ne. Ev êrişana di medyaya alîgir de cihê xwe nagirin. Yek ji binpêkirina mafên rojnamegeran ên ku ji bo serîtewandina wan tên bikaranîn ferzkirina “qerta terorê” ye. 
 
Rojnameger Gulistan Dursun ji ber beşdarî daxuyaniya li dijî qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên dema nûçeyên Rojavayê Kurdistanê dişopandin hatin qetilkirin, bû hat girtin. Gulistan Dursun bi 7 hevalên xwe re di 21'ê Kanûnê de li Beyogluya Stenbolê bi hinceta "propagandaya rêxistinê kiriye" hat girtin. Gulistan Dursun a li Girtîgeha Silivriyê  ji ber qerta "terorê” qebûl nekir, cezayê dîsîplînê lê hat birîn. 
Bi van sepanên dijmirovî tê xwestin kedkarên çapemeniya azad paşde gavê biavêjin û ji karê xwe bên dûrxistin. Lê belê kevneşopiya têkoşîna çapemeniya azad hêjayî pesindayinê ye. Bi vê têkoşîna çapemeniya azad li ser piyan disekine, çongê danîne. Her tim dibe hêviya civakê û mafê girtina nûçeyan ê rewa jî diparêze. Ev peywireke ji dil û pîroz e. Wekî kedkarên çapemeniya azad pênûsa ku me ji Gurbetelli Ersoz, Deniz Firat, Nûjiyan Erhan, Nagîhan Akarsel, Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan girtiye em ê her hilgirin. Em ê her tim xwedî li pênûs û qemeraya wan derkevin. Em bi vê hêzê her tim sûcên îktidar dike teşhîr bikin û dev ji nivîsandina nûçeyan bernedin.