
KCDP: Di meha sibatê de 16 jin hatin kuştin
- 13:04 3 Adar 2025
- Çeteleya Tundîyê
STENBOL - Li gorî rapora KCDP'ê di meha Sibatê de 16 jin hatin kuştin û mirina 21 jinan jî bi guman e.
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha Sibatê eşkerekir. Li gorî raporê di meha Sibatê de 16 jin hatin kuştin û mirina 21 jinan jî bi guman e.
Ji sedî 25 ji hêla mêrê pê re zewicandî ve hatine kuştin. Ji sedî 69 li malên xwe hatine qetilkirin û her wiha ji sedî 56 jin jî bi çekê hatine qetilkirin.