
'Yê ku pêvajoyê bimeşîne Qendîl, Îmralî û hikûmet e'
- 14:01 14 Nîsan 2025
- Ramyarî
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser hevdîtina bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re û got: "Madem em ê bi hev re vê pirsgirêka dîrokî çareser bikin, madem em di qonaxeke dîrokî de ne, wê demê çima hêj qala îçtîhad û usûlê tê kirin? Bi rastî jî mirov vê fam nake."
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyanî da. Gulistan Kiliç Koçyîgît, di serî de kesên di Komkujiya Enfalê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got ku Enfal, di hafizeya Kurdan de her tim zindî ye û ev tişt anî ziman: “Komkujiya Enfalê jî mîna komkujiyên din ên li dijî Kurdan bêceza hatiye hiştin û ji ber ku qada navneteweyî bertek nîşan nedane, bûye sedema qetilkirina bi sedhezaran Kurdan.”
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku di qada navneteweyî de gelek welat Komkujiya Enfalê bi awayekî fermî weke qirkirin qebûl dikin û got: “Ji bo Komkujiya Enfalê bi awayekî fermî were naskirin, dê partiya me vê hefteyê pêşniyarqanûnê bide Meclisê. Hêvîdarim dengekî hevpar û encamekî erênî derkeve.”
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku îroj salvegera operasyonên KCK’ê ye û wiha got: “Di 14’ê Nîsana 2009’an dema em di erefa nîqaşên aştî û çareseriyê de, dema li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dihat axaftin de bi awayekî hemwext operasyonên KCK’ê hatin kirin. Gelek rewşenbîr, nivîskar, rojnameger, siyasetmedar û hwd. hatin girtin û binçavkirin. Ji wan kesên ev doz û îdianame amadekirin gelek jê niha girtî ne yan jî li cihên cuda ne. Di demeke nîqaşên pêvajoyeke çareseriyê ya nû dihatin kirin de destekî tarî kete nava tevgerê û xwestin hewldanên ji bo aştî û çareseriyê sabote bikin. Mixabin ev sabotaj bi ser ketibû. Em îro dîsa hewcehiya bi çareserî û diyalogê tînin ziman. Dixwazim her kes li ser encamên operasyonên KCK’ê bifikire. Ev operasyon, bû destpêka serdema tarî ya 10 salan.
DEM Partî bi hemû bask û avadaniya xwe ji bo pêşketina demokrasiya Tirkiyeyê têdikoşe. Yek ji serenavên sereke yên vê têkoşînê jî muzakere ne. Em muzakereyan ji Tirkiyeya demokratîk, ji têkoşîna bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd cuda nabînin. Di vê çarçoveyê de me bi gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kirin. Her wiha me bi gelek welatên Ewropayê ku em dibêjin dê ji bo çareseriyê sûdewer bin re xebatên dîplomatîk meşandin. Ji welatên Ewropayê heta Rûsyayê, Hindistanê û Iraqê, şandeyên me li gelek cihan hevdîtin domandin.
Şandeya me ya Îmraliyê hefteyek berê bi birêz serokkomar re hevdîtin kir. Ev hevdîtin, ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Ocalan ku dixwaze înîsiyatîfeke dîrokî pêş bixe, pirsgirêka Kurd ji tundî û pevçûnan rizgar bike û ji bo pêşxistina tifaqa dîrokî ya Kurd-Tirkan, qonaxeke girîng bû. Em ji vê memnûn in. Di hevdîtinê de em li ser aliyên pêvajoya heta niha dixitimînin sekinîn û ev hatin axaftin. Yek ji gavên girîng ên pêvajoyê jî rakirina jiholêrakirina tecrîda li Îmraliyê û başkirina şert û mercên birêz Ocalan in. Hewcehiya bi van xalan di hevdîtinê de hatiye piştrastkirin.
Her ku em dibêjin bila tecrîd were rakirin, hinek derdor biisrar naxwazin vê fam bikin. Vê meseleyê berevajî dikin. Ma aktorê herî girîng ê ku dikare aştî û çareseriyê pêk bîne birêz Ocalan nîne? Belê, ew bi xwe ye. Ma di hevdîtinê de jî ev îrade nîşan neda? Belê nîşan da. Wê demê çima kesê dikare çekan bêdeng bike, tundiyê bi dawî bike niha di tecrîdê de ye? Astengiya herî mezin a li pêşiya vê çi ye? Kî aştî û çareseriyê naxwazin? Madem em ê bi hev re vê pirsgirêka dîrokî çareser bikin, madem em di qonaxeke dîrokî de ne, wê demê çima hêj qala îçtîhad û usûlê tê kirin? Bi rastî jî mirov vê fam nake.
Em gelek caran li Meclisê ser vê meseleyê axivîn. Gelo ev Meclis ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dê çi bike? Ji Cotmehê heta niha gelek nîqaş hatin kirin. Hinek qonax çêbûn, hevdîtin hatin kirin û bang hate kirin. Heta niha jî Meclisê gavek neavêtiye. Tu înîsiyatîf li xwe negirtiye. Em vê fêm nakin.
Daxwazên DEM Partiyê û gel ên ji gavên divê bo avakirina aştî û civaka demokratîk bên avêtin, diyar in. Di vê mijarê de nezelaliyek nîne. Li aliyê din Meclis bêdeng e. Divê Meclis di vê mijarê de ji pozîsyona temaşekirinê derkeve û demildest înîsiyatîfê li xwe bigire. Şandeya me ya Îmraliyê dê vê hefteyê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike. Dê mijarên qanûnî, hiqûqa înfazkirina cezayê û mijarên din bên axaftin. Ji bo pêvajo baştir bimeşe, divê Meclis rola xwe bilîze û zemîneke qanûnî ava bike. Di halê hazir de zemîneke wiha nîne. Hewl didin vê pêvajoyê bêyî vê zemînê bidomînin.”