![](/staticfiles/news/251581/2025/02/15/823x463cc-ank-15-02-25-kayyim-protesto-edildi1.jpg)
Tayînkirina qeyûman li Enqereyê hat protestokirin
- 22:14 15 Sibat 2025
- Rojane
ENQERE- Desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li gelek Enqereyê hat protestokirin. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku têkoşîna li dijî qeyûman wê bidome.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Enqereyê li dijî desteserkirina vîna gelê Wanê li kolana Sakarya ya navçeya Çankayayê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan, Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ahmet Karagoz, gelek nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û gel beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Qeyûm wê biçin, em ê bimînin" û “Qeyûm ji Kurdistanê de biciheme” berz kirin. Rêvebera DEM Partiyê ya Enqereyê Nebahat Çalpan daxuyanî da.
Nebahat Çalpan diyar kir ku desthilat polîtîkayên xwe li ser dijminatiya vîna gel ava kiriye û got: “Di vê serdema ku hêviya aştiyê di nava gelê me de mezin bûye, şaredariya me bi operasyona leşkerî tê dagirkirin. Bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî şaredariya me kirin. Zêdeyî 100 welatiyên me bi lêdanê binçav kirin. Dagirkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê darbeya li vîna gel e û di heman demê de israrkirina polîtîkayên şer û hiqûqa dijminatiyê ye. Me duh li Wanê bi gelê xwe re li ber xwe da û bi ser ketin, îro jî em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin."