
Jin di Tûrnûwaya Voleybolê de tên gel hev
- 12:12 19 Sibat 2025
- Tenduristî/Werzîş
AMED - Tûrnûwaya Voleybolê ya di navbera Jinan de bi hevkariya Gerînendehiya Ciwan û Werzîşê ya Şaredariya Peyasê û Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan ve dê bê organîzekirin, bi dirûşma “Jin Di Tûrnûwaya Voleybolê de Kom Dibin” dest pê dike.
Şaredariya Peyasê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, ji bo bi jinan bi werzîşê bidin nasîn bi dirûşma “Jin Di Tûrnûwaya Voleybolê de Kom Dibin!” Tûrnûwaya Voleybolê ya di navbera Jinan de li dar dixe. Tûrnûwaya Voleybolê ya di navbera Jinan de bi hevkariya Gerînendehiya Ciwan û Sporê û Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan ve tên organîzekirin, wê di 22'ê Sibatê de li Kompleksa Werzîşê ya 500 ewlerê, seat: 13:00an bi maçên lîstina fînalê dest pê bike.
Organîzasyona Tûrnûwaya Voleybolê ya di navbera Jinan de di daxuyaniya ku dan de wiha got: “Em bi dirûşma ‘Jin Di Tûrnûwaya Voleybolê de Kom Dibin’ Tûrnûwaya Voleybolê ya di navbera Jinan de dest pê dikin, jinan û werzîşê tînin ba hev. Reqabet bi dostaniyê bi encam dibe. Ji ber vê organîzasyona tûrnûwayê heta bidawîbûna wê, ew ê hevgirtin û yekîtiya jinan esas bê girtin û bi ser bixin.”
Di dawiya daxuyaniya ku dan de diyar kirin ku tûrnûwaya di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de dê bê amadekirin, daxwaz dikin ku hemû jin dakevin qadan û beşdarî nava vê xebata wan bibin.