
Rojnameger Lutfiye Kara tahliye bû
- 19:13 20 Sibat 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Nûçegîhan Ronameya Mucadela Bîrlîgî Lutfiye Burcu Kara ku 27’ê îlona 2024’an de li Îzmîrê hatibû girtin tahliye bû.
Nûçegîhana Rojnameya Mucadele Bîrlîgî Lutfiye Burcu Kara ku 25’ê îlona 2024’an de li Îzmîrê di sedegirtina malan de hat binçavkirin di 27’ê îlonê de bi sûcariya endamtiya rêxistinÊ hat girtin. Yekemîn runiştina wê li 2’emîn Dadgeha Ceza Giran a Îzmîrê hat dîtin. Lutfiye Burcu Kara û parêzerên wê tevli bûn.
Dozgerê dosyayê îfade û delîlên heyî yên şênber li ber çavan girt û biryara tahliyeyê da. Heyetê runiştina dozê taloqî 15’ê Nîsanê kir.