Jin Art: Em ê stranên xwe bibêjin û wêneyên xwe jî xêz bikin
- 15:20 18 Sibat 2025
- Çand û Huner
ÎZMÎR - Belkîsa Suleymanoglu ya di çalakiya nobedê ya li Mala Hunerê ya Jin Art Huner de axivî, diyar kir ku ew ê li hemberî êrîşan serî netewînin û got, "Em ê stranên xwe bibêjin, wêneyên xwe xêz bikin û lîstikên xwe pêşkêş bikin. Em ê xebatên xwe yên pirzimanî, pirçandî bidomînin."
Bi armanca protestokirina êrîşa polîsan a 14’ê Sibatê ya li ser Mala Hunerê ya Jin Art Huner, li avahiya mala hunerê bi beşdariya hunermend û hunerhezan çalakiya nobetê hate lidarxistin. Koma Muzîkê ya Zarokan a Şubadap, Rêveberiya Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Rêveberiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îzmîrê û gelek saziyên sivîl piştgirî dan çalakiyê. Di nobetê de ji rêveberiya Mala Hunerê ya Jinart Huner Belkîsa Suleymanoglu axivî.
'Em ê serî netewînin'
Belkîsa Suleymanoglu diyar kir ku êrîş ne tenê li dijî Mala Hunerê ya Jin Art, li dijî çanda hemû gelan hatiye kirin û destnîşan kir ku Mala Hunerê ya Jinartê ji bo çandên cuda û her wiha ji bo çanda Kurdan xebat pêk anîne û desteka ku ji bo çalakiya nobedê hatiye kirin bi nirx e. Belkîsa Suleymanoglu got, “Hûn dikarin kompîturên me ji vir bistînin, hûn dikarin amûrên me yên muzîkê desteser bikin, lê hûn nikarin vî ruhî desteser bikin. Em li hemberî vê yekê bêdeng namînin. Em serî natewînin. Em ê stranên xwe bibêjin, wêneyên xwe xêz bikin û şanoyên xwe pêşkêş bikin. Em ê xebatên xwe yên pirzimanî, pirçandî bidomînin."
Wê xebatên xwe li Jinart Huner bimeşînin
Koma Muzîkê ya Zarokan a Şubadap a ku di nav kesên ku nobetê ziyaret kirin de, ji bo piştgiriyê bidin çalakiya nobedê ya Jin Art Huner, dê demekê li avahiya mala hunerê provayên xwe pêk bînin. Li ser navê Şubadap Çocuk Serdar Yurteri Turkmen jî axivî û diyar kir ku ev der mala wan e û zext ne tenê li ser zimanên cuda li ser mûxalîfan û yên dixwazin çandeke cuda ava bikin jî tê kirin.
Çalakiya nobetê bi konsera muzîkê û serdana gelek sazî û welatiyan dewam kir.