Nasîbe Shamsaeî: Tevî darvekirin û tundiyê li her qadê berxwedan

  • 09:05 15 Sibat 2025
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Aktîvîst Nasîbe Shamsaeî  diyar kir ku tevî girtin û darvekirinan jin li Îranê li ber xwe didin û got: “Li gorî raporan di 2024’an de herî kêm 31 jin hatine darvekirin û ev rêjeya herî bilind a 17 salên dawî ye. Bi van cezayan hewl didin her cureyê tevgera wekhevî û azadiyê biçewisînin.”
 
Di 23’ê Tîrmeha 2024’an de Pexşan Ezîzî hat binaçvkirin û 26’emîn Daîeya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê cezayê darvekirinê lê birî û di 8’ê Çileyê de hat erêkirin. Bertekên li dijî cezayên darvekirinê yên li Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî her diçin zêde dibin. Jinan ceza şermezarkirin û dibêjin ev tolgirtina çalakiyên’jin jiyan azadî’ ye.
 
Li dijî darvekirinan her sêşemê grev tên kirin, belavok tên belavkirin û bang tên kirin.
 
Li gorî Rêxisitna Efûyê ya Navneteweyî tenê di 2024’an de 853 kes ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatine darvekirin û cezayên darvekirinê ji sedî 48 zêde bûne. Beşeke mezin a van ji nasnameyên cuda pêk tên.
 
Aktîvîsta mafê jinan û endama Keçên Şoreşa Kolanê Nasîbe Shamsaeî li ser seferastxaneya Îranê ya li Stenbolê di çalakiya’jin jiyan azadî’ de porê xwe birî û yek ji jinên berxwedêr tê zanîn. Nasîbe Shamsaeî berxwedana jinên Îranê û Rojhilat vegot.
 
 Ala sipî derxist lutkeyan
 
Nasîbe Shamsaeî çalakiya protestoyî ya ewil vegot û got ji bo girêdana serî ya bi zorê protesto bikin alek sipî biriye Çiyayê Damavand û got: “Piştî min Keçên Şoreşa Kolanê û Çarşemên Sipî nas kir, min ala sipî bir lutkeyê Çiyaye Damavand û bi zorê girêdana serî protesto kir. Her wiha em bê çarşef li kolana Valiasr a Tehranê meşiyan,  Me hevgirtina jinan teşwîq kir. Armanca me bi van çalakiyan afirandina nirxên nû û guhertina norman bû ku newekheviyên civakî kêm bikin.”
 
Li ber Balyozxaneya Îranê porê xwe birî
 
Nasîbe Shamsaeî got di çarçoveya faliyetên kiriye de 12 sal ceza lê hatiye birîn û li girtîgehê îşkenceyên cur bi cur lê hatiye kirin. Nasîbe Shamsaeî wiha vegot: “Ji aliyê Dadger Moghiseh ve 12 sal cezayê girtîgehê li min hat birîn. Di dema min a girtîgehê de ez di hucreya yek kesî de hatim hiştin û îşkence li min hat kirin, lê van serpêhatiyan tu carî min bêdeng nekirin. Piştî kuştina Jîna Emînî ji aliyê sîxurên Komara Îslamî ve, min porê xwe li ber Balyozxaneya Îranê ya li Stenbolê wek nerazîbûnekê birî; Ev çalakî bû sembola rizgariya jinan ji zilm û zora dewleta Îranê.” 
 
‘Di 2024’an de 31 jin hatin darvekirin’
 
Nasîbe Shamsaeî got piştî qetilirina Jîn emînî li Îranê protestoyan rû daye û got: “Li dijî zextên sîstematîk têkoşîna jinan bû sembol. Tevî dem derbas bûye çalakiyên jinan didomin. Lê komara îslamî ya Îranê ji bo zextan girtin, binçavirin û tundiyê zêde dike. Li gorî raporan di 2024’an de herî kêm 31 jin li Îrnaê hatine dervekirin û ev rêjeya herî bilind a 17 salên dawiye."
 
‘Bi van cezayan peyamê didin'
 
Nasîbe Shamsaeî wiha dirêjî dayê: “Cezayên darvekirinê yên li ser aktîvîstên jin weke amûrek ji bo tirsê bikin nava civakê û tepeserkirina her cure nerazîbûnan tê bikaranîn. Rejîm bi van kiryaran armanc dike ku peyameke zelal bide ku her xwenîşandan û daxwazek dê bi encamên giran re were bersivandin. Van cezayan ne tenê wekî cezayên takekesî ne, di heman demê de ji bo tirsandina kesên din û pêşîgirtina li belavbûna tevgerên protestoyî ne. Lê tevî hemû zext û êrîşan berxwedana jinan li her qadê didome.Girtîgeh jî bÛn qada berxwedanê. Li girtîgeha Evînê 34 girtiyên jin bi armanca protestokirina rejîmê ketin grevê. Rejîm bi cezayên didin hewl didin tirsê biafirînin û pêşî li tevgerê bigirin.”
 
‘Ji bo rawestandina înfazan zext ferz e’
 
Nasîbe Shamsaeî anî ziman ku ligel têkoşîna li dijî tundî û cezayên darveikrinê divê piştevaniya navnetweyî jî hebe û ji bo rawetandina înfazan zext girîngin Nasîbe Shamsaeî wiha dawî lê anî: “Bêdengiya li dijî binpêkirina mafên jinan li welatên wek Îran û Afganîstanê bi fikar e.  Çlakiyên şermezarkirinê têr nakin. Divê bi çalakiyên pratîk mafên jinan bên parastin.”