Şandeya Şaredariya Peyasê Cejna Çarşema Sor pîroz kir

  • 15:15 16 Nîsan 2025
  • Çand û Huner
AMED - Endamên Meclisa Şaredariyê, Meclisa Jinan û Rêveberiya Polîtîkayên Jinan çûn navçeya Midyadê ya Mêrdînê, cih û mekanê Êzidiyan û Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kirin.
 
Şandeya çûn serdana mekanê Êzidiyan, ji bo xurtkirina hevgirtina di navbera civakan de û rêzgirtina çandî, cejna Çarşema Sor a Êzidiyan, li mekanê pîroz ê  Êzidiyan pîroz kirin.
 
Şandeya ji Endamên Meclîsê Şaredariyê, Meclîsa Jinan û Rêveberiya Polîtîkayên Jinan ve pêk dihat, destnîşan kirin ku ji bilî pîrozbahiyê, divê rêz li nirxên çandî yên civaka Êzidî jî were girtin. Di daxuyaniya şandeyê ku li ser navê Şaredariya Peyasê dan de, wiha ye: "Ev serdana me ya watedar, bi armanca xurtkirina têkiliyên navbera civakan geş û xûrtir bike û di nava civak û vê erdnîgariyê de heyîna civaka Êzîdî bê qebûlkirin. Em wek Şaredariya Peyasê Cejna Çarşema Sor di serî de li civaka me yê Êzidî û paşê li tevahî bawermendên li ser vê xakê dijî pîroz dikin, aştî, tenduristî û aramiyê dixwazin."
 
Şandeyê diyar kir ku serdana wan ya cih û mekanên pîroz, bi taybetî pirrengiya çandî û tevna dîrokî ya gelê Êzîdî li Midyadê xurttir û hestê hevgirtinê tekeztir bike.