Li konteyniran jin gelek pirsgirêkan dijîn
- 09:06 3 Sibat 2025
- Jiyan
Neslîhan Kardaş
WAN - Li Wanê di 2011’an de erdhej çêbû û jinên ji wê demê de ye di konteyniran de dijîn, bi gelek pirsgirêkan re têdikoşin. Krîza aborî, pirsgirêkên tenduristiyê û jiyana bê ewle pirsgirêkên esas ên jin dijîn e û bi taybet zivistanê ev pirsgirêk rû didin.
Di erdheja 23’ê cotmeh û 9’ê Mijdara 2011’ê ya li Wanê de bi sedan kesî jiyana xwe ji des dan bi hezaran kes bê mal man. Piştî erdhejê konbajar û piştre jî konteynir hatin avakirin.
Di nava demê de gelek konteynir hatin rakirin lê li taxa Seyrantepe ya Tuşbayê konteynirên hat avakirin hîna hene. Bi dehan kes jiyana xwe li wir didomînin û 14 sal in tu çareseriyek nehat afirandin.
Pirsgirêkên ku zivistanê cuda havînê cuda tên jiyîn
Welatiyên li konteyniran ji 2011’an heta niha bêyî kirê di konteyniran de dijîn. Welatiyên li vir havînê cuda zivistanê cuda pirsgirêkan dijîn.
Qadên lîstikê yên zarokan tune ne
Li taxê tişta ewil balê dikşîne riyên bi ax in. Havînê rê ji ber axê nayên derbaskirin û zivistanê jî ji ber baranê her der di bin avê de dimîne. Ji bo zarokan qadên lîstikê tune ne.
Pirsgirêkên tenduristiyê
Jin diyar dikin ku zivistanê konteynir ji ber şiliyê avê dikşînin. Tuwalet û mutbex jî di qada salonê de cih digirin û ev rê li ber pirsgirêkên tendurisityê vedikin. Jina ku sê sal in di konteynirê de dijî da zanîn ku zarokê wê ji ber enfeksiyonê bi nexweşiya egzamayê ketiye û di alî xwegîhandina xizmeta tenduristiyê de pisgirêkên mezin dijîn.
Bandorek neyînî li zarokan dibe
Jiyana konteyniran bandorek mezin li ser perwerdehiya zarokan dike. Ji ber qada wan teng e zarok nikarin dersên xwe çêbikin û ev jî dibe serdema ketina serkeftina wan a li dibistanê. Jinan diyar kirin ku ji ber li taxa wan lambe tune ne jin û zarok di hawirek bê ewlehî de dijîn û piştî hewa tarî dibe fikaran dijîn.
Li dijî krîza aborî têdikoşin
Jin ligel van pirsgirêkan li dijî krîza aborî jî têdikoşin, nikarin hewcedariyên xwe bigirin, zarokên wan ji ber baş xwedî nabin nexweş dikevin. Jinan got di çarçoveya ‘piştgiriya malbatê’ de hinek pere digirtin lê piştî hatiye birîn zor û zehmetî jiyane.
‘Ceyran jî tunebe em ê li vir bicemidin’
Jinekê ku navê xwe neda da zanîn ku ji erdhejê heta nihali vir dijî û got: “Em ji neçarî hatin vir. Sîwana xaniyê me riziya. Dema mêvanek tê em şerm dikin. Gelek biçûk e. Me bi pirîketan li mutbexek zêde kir. Em zivistanê li vir dicemidin. Ceyran tunebe em li vir dicemidin. Dibêjin ku wê vir bi giştî rabikin. Ger wisa bikin em ê çi bikin? Ez nikarim kirê bidim. Çar zarokên min hene. Ez li dibistanekê paqijiyê dikim. 4 mehên din ew jî diqede. Ez nikarim ji zarokên xwe re tiştekî bigirim. Bila ji me re çareyek bê dîtin.”
‘Bila çareseriyek bê dîtin’
Sevîm Yildirim jî diyar kir ku mala wan sar e û wiha vegot: “14 sal in li vir im. Beriya min kes li vir tunebû. Divê çareseriyek bê dîtin. Mala me tuneye, axa me tuneye. Zarokên min li Stenbolê dijîn. Hevjînê min nexweş e.”
‘Sîwane ket’
Sîma Turan jî bi lêv kir ku 6 sal in di vê konteynirê de dijî û got: “Piştî min dest ji hevjînê xwe berda ez û kurê xwe nexweş li vir bicih bûn. Tu hatineke min tuneye. Ez mexdûr im. Kurekî min heye ew jî nexweş. Sîwaneya me ket. Alavên me nav avê de man. Bila çareseriyek bê dîtin.”