
Dengê yekbûyî yê jinan: Tarîtiyê ronî dike
- 09:02 16 Sibat 2025
- Rojane
QERS - Hevseroka DEM Partî ya Qersê Arzu Savaş Derman derbarê şoreşa ku li Rojava bi pêşengiya jinan hatiye avakirin de axivî û got: “Dengê yekbûyî yên jinan wek ronahiya ewil a rojê, tarîtiyê ronî dike.”
Piştî ketina rejîma Baas Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ), rêveberî xist bin kontrola xwe û li hember gelek kêmarên li welat êrîş pêk anîn. Tirkiye û komên paramîlîter yên girêdayê wê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş dan destpêkirin û hedefa ewil a van êrîşan modela jiyana ku bi pêşengiya jinan li Rojava hatibû avakirinê bû. Pevçûn li Qereqozax û Tirşînê zêde bûne û gel li dijî êrîşan berxweda xwe didomîne.
Hevseroka Qersê Arzu Savaş Derman der barê êrîşên li hember Rojava axivî.
‘Li Rojava jin ji bo edalet û wekheviyê têdikoşin’
Arzu Savaş Derman got li rojava pergaleke ku bi ronahiya wekhevî û şoreşa jinê hatiye afirandin heye û wiha got: “Li Rojava jin ne tenê wek fermandar û di rêveberiyên herêmî de, li qadan ji bo edalet û wekheviyê têdikoşin. Ev jî nîşan dide nasnameya jinan veguhertine hêzeke şoreşger. Ji ber vê kî komên cuda vê hezm nakin.”
‘Dengê xurt yê berxwedanê dengê jinan e’
Arzu Savaş Derman di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Modela rêveberiya xweser a li Rojava, li dijî aktorên herêmê têdikoşe. Lê rastî eve ku pevçûn ji ber berjewendiyên polîtîk pêk tên. Gelê Rojava têkoşîna ji tayînkirina qedera we didin.Ev berxwedan ji çekan wêdetir, li qadên polîtîk, sivîl û çandî tê dayîn. Dengê vê têkoşîna berxwedanê jinin. Têkoşîna jinan ali Rojava dibe sembola jiyana civakî û azadiyê.”
‘Dengê bi hêvî yên jinan dibe hêviya pêşerojê’
Arzu Savaş Derman wiha dawî lê anî: “Şoreşa jinan a li Rojava tenê di dogitina îdeolojîk de nîne. Jin li qadan kolanan di mekanîzmayên biryarê de bi mînakên şênber riya xwe xêz dikin. Dengê jinan tije hêvî dibe û der barê pêşerojê de jî dibe hêviya hebûnê. Êrîşên lihember sivîlên li Bendava Tişrînê li hember destkeftiyên hatine bidestxistinê ne. Lê mirov li wir li dijî bombeyan têdikoşin. Bi ked û fedekariyeke mezin axa xwe diparêzin.”