Ji ber îfadeyên Ûmît Akbîyik ceza li Rojda Çîftçî hat birîn

  • 12:14 18 Sibat 2025
  • Hiqûq
 
DÊRSIM - Rojda Çîfçî ku piştî îfadeyên Ûmît Akbîyik doz lê hatibû vekirin, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
 
Rûniştina biryarê ya doza sekretera Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) ya Dêrsimê Rojda Çîftçî ku ji ber îfadeya îtîrafkar Ûmît Akbîyik bi îdiaya "endamê rêxistinê" hatibû vekirin, li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê hat dîtin.
 
Parêzer û Rojda Çîftçî beşdarî danişînê bûn.
 
Piştî îfadeyên dawî yên dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Rojda Çîftçî birî.