
Heyeta Îmraliyê bi Waliyê Hewlêrê re hevdîtin pêk anî
- 21:27 15 Sibat 2025
- Rojane
Melek Avcı
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Waliyê Hewlêrê Umed Xoşnax re hevdîtinek pêk anî û têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd axivîn.
Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê piştî hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalanre, îro çû Başûrê Kurdistanê.
Endamên Heyeta DEM Partiya ya Îmraliyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez û Ozgur Erol, Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Bedran Ozturk û Parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç di nava şandeyê de cih digirin.
Bernameya heyetê
Heyet dê sibehî bi Serokê PDK’ê Mesût Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinê pêk bîne. Di hevdîtinê de dê hûrgiliyên hevdîtinên Îmraliyê werin parvekirin û nêrîn û pêşniyarên kesên eleqedar yên têkildarî pêvajoyê werin girtin.
Şande dê piştre derbasî Silêmaniyê bibe û bi Serokê YNK’ê Bafil Talabanî, Qubat Talabanî û rayedarên YNK’ê re hevdîtinekê pêk bîne.