
Kurtefîlmê ‘Hîva’ hat pêşandan
- 15:21 21 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurtefîlmê bi navê Hîva ku mijara wê talûkeya tunebûna zimanê kurdî ye li herêma Kelardeştê hate pêşandan
Bi munasebeta 21 'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî filme li herêma Kelardeşt ya Eyaleta Mazenderanê kurtefîlmê bi navê "Hîva" ku talûkeya tunebûna zimanê kurdî vedibêje hat pêşandan. Kurtefîlmê 14 deqeyan ji aliyê aktîvîsta mafên ziman û etnîkî Mûjgan Kavsî ve hatiye amadekirin. Fîlm li gelek bajarên Îranê jî hate pêşandan.
Zimanê fîlmê axaftina bi kurdî ya herêma Kelardeştê ye û mijara fîlmê wiha ye: "Hîva kurte belgefîlmekî li ser xeteriya tunebûna zimanê kurdî di nava kurdên ku di sedsalên dawî de koçî herêma Kelardeşt a ser bi eyaleta Mazenderanê kirine ye. Sedema çêkirina vî fîlmî ew e ku mirov vê xeteriyê bîne bîra mirovan û çandeke ku pêşî li vê gefa ziman-nasnameyê bigire, biafirîne. Beşa dokûmanterê ya fîlm, ji nû ve danîna sohbeteke beriya niha di dema lêkolîna qadê de hatibû qeydkirin, tevlî beşa vegotinê dibe, ku ji bo çareserkirina vê xemsariyê rêwîtiyeke zîhnî ye."
Aktîvîsta derhêner Mûjgan Kavsî beriya niha ji ber xebatên xwe yên li ser zimanê kurdî salekê di girtîgehê de mabû.