56 îmzevanan bang li Hikûmeta Awûstûryayê kirin

  • 15:03 21 Sibat 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Awûstûryayê bi dehan sazî û kesan ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û naskirina Rêveberiya Xweser bang li serokkomar, meclîs û hikûmetê kirin.
 
Li Awûstûryayê saziyên mafên mirovan, nivîskar, siyasetmedar, aktîvîst, akademîsyen, ressam û hiqûqnas jî di nav de 56 îmzevanan bang li Hikûmeta Federal a Awûstûryayê, Serokkomarê Federal û Konseya Neteweyî kirin.
 
Di bangê de wiha hate gotin: “Weke welatekî demokratîk Awûstûrya divê ji bo mafên mirovan û aştiyê helwesta xwe nîşan bide. Divê Hikûmeta Federal a Awûstûryayê kanalên xwe yên dîplomatîk bi kar bîne û Tirkiyeyê îkna bike ku dawî li şerê li dijî Rêveberiya Xweser bîne.”
 
Di bangê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bibîrxistin û îşaret bi pêvajoya nû ya piştî hilweşîna rejîma Esad, hate kirin.
 
Êriş didomin
 
Di bangê de wiha hate gotin: “Piştî dîktatoriya 53 salan a bi sîstema îşkenceya zalimane û kuştinê, di dawiyê de dikarin vê rûpelê bigirin û destpêkek nû bikin. Lê belê ji bo Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Ereb, Suryanî, Ermenî û gelek komên din nefes hilgirtin, wisa hêsan nîne. Di bin siya derbasbûna hikûmeta nû de, êrîşên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Ev rewş tenê li Awûstûryayê na, di nûçeyên navneteweyî de jî pir kêm tê behskirin.”
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk ji sala 2015’an ve didomin û ev tişt hate diyarkirin: “Tirkiye, ji xeynî tiştên din hêza leşkerî bi kar tîne û dixwaze nifûza xwe ya li Sûriyeyê berfireh bike. Ji dema destpêka êrîşa Sûriyeyê û vir ve, Tirkiye ev firsend ji bo êrîşkirin û dagirkirina Rojava bi kar anî.”
 
Îmzevanan destnîşan kirin ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan gelek caran gotiye ew ê bikevin Kobanê û herêmê îlhaq bikin. Îmzevanan bal kişandin ser girîngiya bajarê Kobanê ya di têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de.
 
Îmzevanan diyar kirin ku piştî êrîşên li ser Bendava Tişrîn û derdora wê, ji 8’ê Çileyê ve herî kêm 54 sivîl hatine qetilkirin û zêdeyî 240 jî birîndar bûne û wiha gotin, “Êrîşî ambûlanên ku birîndar hildigirtin jî hate kirin.”
 
Di bangê de ev yek jî hate gotin: “Tirkiye ji bo nehêle xweseriya demokratîk bê dayîna Kurdan, serî li her cure rê û rêbazê dide û vê yekê bi eşkere nîşan dide. Ji sala 2011’an dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê destpê kirî û vir ve, li Rojava ji bo modela siyasî ya Sûriyeyê sîstemeke konfederal a demokratîk hatiye ceribandin.”
 
Di bangê de îşaret bi wê yekê kirin ku dewleta Tirk  fonên Yekîtiya Ewropayê (YE) çawa bi kar aniye.
 
Di bangê de ev yek hate gotin: “Divê em têkîliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re, jinûve berçav derbas bikin. Bi salane li dijî Rojava, şerekî ku hiqûqa navneteweyî binpê dike dimeşîne. Her carê ji hevkarên xwe yên Rojavayî (NATO) piştgirî girt. Şermezarkirin, dorpêç û pêkanîn nîne. Niha jî bêdengiyeke zêde heye. Di meha Kanûnê de Ursula von der Leyen serdana Enqereyê kir û soz da Serokkomarê Tirkiyeyê ku 1 milyar euro fonê YE’yê bide. Ev yek ji bo rejîmeke ku ji xirakirina îstiqrara herêmê berpirsyar e, tê wateya piştgiriyeke malî ya mezin.”
 
Di bangê de ev yek jî hate ragihandin: “Di demeke ku tengasiyên jeopolîtîk zêde bûne de, civaka navneteweyî berpirsyar e ku ji bo bidawîbûna şer alîkariyê bide û sînyaleke ji bo aştiyê bişîne. Weke parçeyekî Yekîtiya Ewropayê û hiqûqa navneteweyî, Awûstûrya divê polîtîkaya diyalogê û kêmkirina tengasiyê biparêze. Lê belê ji bo vê yekê, divê xwe weke aktorekî siyaseta navneteweyî jî bibîne.”
 
Îmzevanan ev bang kirin:
 
*Divê êrîşên Tirkan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, demildest bên rawestandin!
 
*Divê nifûsa siyasî û binesaziya jiyanî were parastin!
 
*Divê ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li herêmê weke aktorekî girîng bê naskirin û ji bo Sûriyeke demokratîk û yekgirtî di serî de QSD û HTŞ, di navbera hêzên din de jî diyalog were çêkirin û muzakere bên teşwîqkirin.
 
*Divê sûcên şer ên Tirkiyeyê ji aliyê dadgerê navneteweyî ve bi rengekî serbixwe were lêpirsînkirin!
 
*Ji bo Rojava alîkariya mirovî ya lezgîn!
 
Saziyên îmzevan:
 
Feykom – Konseya Civaka Kurd a Awûstûrya
 
YXK – Komeleya Xwendekarên Kurdistanê
 
SJ – Ciwanên Sosyalîst
 
VSSTÖ – Yekîtiya Xwendekarên Sosyalîst ên li Awûstûryayê
 
Nifşê Ciwanan a Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûrya (SPÖ)
 
ÎMZEVAN
 
Alexia Stuefer, parêzer
 
Alicia Allgäuer, siyasetmedar
 
Andreas Schieder, ji Parlamentoya Ewropayê ya SPÖ,
 
Alexander Ackerl, Nifşê Ciwan ê SPÖ
 
Arash T. Riahi, derhêner
 
Barbara Steiner, ji Dîrektoriya Weqfa Bauhaus Dessau
 
Berivan Aslan, Partiya Keskan, Endama Konseya Neteweyî
 
Cappar Hajo, ji Dîrektoriya Akademiya Perwerdeyê ya Viyana
 
Christine Tragler, ji Derhêneriya Weşana Giştî ya Kovara Südwind
 
Denice Bourbon, ji hunermendiya performans
 
Didi Zach, ji Berdevkiya KPÖ Viyana
 
Dilovan Shekho, ji Serokatiya Federal a Teyrên Sor
 
Doron Rabinovici, nivîskar
 
Elke Kahr, Ji Şaredariya Graz Belediye
 
Ernst Woller, Serokatiya Yekemîn a Parlamentoya Eyaleta Viyana
 
Fred Turnheim, rojnamevan
 
Frederike Neuner
 
Fritz Hausjell, ji zanyariya medyayê
 
Gabriel Kielhorn, derhêner
 
Gabriele Schmid, siyasetmedar
 
Gerhart Ruiss, nivîskar û weşanger
 
Gelinde Grünn, ji endamtiya meclîsa herêmî ya Partiya Komunîst a Awûstûrya (KPÖ) a Linz
 
Günther Hopfgartner, Serokatiya Giştî ya KPÖ Genel Başkanı
 
Heidemarie Sequenz, Ji meclîsa Şaredariya Viyana ya Partiya Keskan û Parlamentoya Eyaletê
 
Julian Krimmer, Nifşê Ciwan SPÖ
 
Katerina Anastasiou, ji berdevkiya federal a KPÖ
 
Katharina Mückstein, derhêner
 
Katharina Brizic, zimanzan
 
Katrin Auer, ji Konseya Neteweyî
 
Kenan Doğan Güngör, sosyolog
 
Lluís Lipp, Ji Têkîliyên Sazî û Rêveberiya Projeyê Şêwirmend
 
Marion Wisinger, Ji Serokatiya Forûma Mafên Mirovan û Demokrasiyê ya Viyana
 
Max Zirngast, ji endamtiya Meclîsa Şaredariya Graz a KPÖ
 
Meri Disoski, Partiya Keskan, Berdevktiya Polîtîkaya Derve
 
Michael Kögl, Serokê Nifşê Ciwan a Federal a SPÖ
 
Mireille Ngosso, Ji Meclîsa şaredariya Viyana ya SPÖ û endamtiya Parlamentoya Eyalet
 
Naif Bezwan, Ji Enstîtuya Mafên Mirovan a Ludwig Boltzmann
 
Niki Kunrath, Partiya Keskan, endamtiya Parlamentoya Eyaleta Viyana
 
Paul Stich, Serokê Ciwanên Sosyalist
 
Peter Pilz, siyasetmedarê berê û rojnamevan
 
Petra Bayr, Ji Berdevktiya polîtîkaya derve ya SPÖ
 
Rainer Hackauf, KPÖ Viyana, dîrokzan
 
Robert Krotzer, Endamê Meclîsa Şaredariyê yê ji Tenduristiyê Berpirsyar a Graz
 
Şafak Akçay, ji meclîsa şaredariya SPÖ Viyana û Endamtiya Parlamentoya Eyaletê
 
Salah Ammo, müzikjen
 
Saya Ahmed, ji endamtiya Meclîsa navçeya Alsergrund a Viyana
 
Selma Schacht, KOMintern, Endamtiya Odeya Karkeran
 
Shams Asadi, Ji Komîseriya Mafên Mirovan a Şaredariya Viyana
 
Stefanie Sargnagel, nivîskar
 
Thomas Schmidinger, siyasetmedar
 
Thomas Rammerstorfer, Endamtiya Meclîsa Keskan a Şaredariya Wels
 
Tobias Schweiger, Ji Berdevktiya Federal a KPÖ
 
Veronika Johanna König, muzîkjen
 
Waltraud Fritz, Sekreteriya Partiya Siyasî ya Çep a Ewropa
 
SOS Mafên Mirovan a Awûstûrya
 
Volkshilfe Wien