
Bertekên li dijî êrişa li hember Jin Artê didomin: Banga têkoşînê
- 09:06 20 Sibat 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Welatiyan bertek nîşanê êrişa li hember Jin Art Hunerê dan û diyar kirin ku ev parçeyek polîtîkaya asîmîlasyonê ye û banga têkoşîn û piştevaniyê kirin.
Di 14’ê Sibatê de li polîsan bi ser Jin Art Hunerê de girtin û gelek alavên wan desteserkirin. Jin Art Huner ku ji roja hatiye avakirin bû du car bi ser de tê girtin, bi armanca protestokirina êrîşan di 18’ê Sibatê de çalakiya nobetê ya rojekê pêk anîbûn. Endamên Jinartê û hunermendan diyar kirin ku ev zext parçeyek polîtîka asîmÎlasyonê ye û peyama piştevanî û berxwedanê dan.
‘Hewl didin îlegalîze bikin’
Belkisa Suleymanoglu da zanîn ku Jin Art Huner xîtabê her kesî dike û faliyetên çand û hunerê dimeşîne û got got ev êrîş li hember bernameyên çand û hunerê ya bi zimanê dayikê ye. Belkîsa Suleymanoglu got ji roja Jin Art Huner hatiye avakirin du caran bi serde hatiye girtin û wiha got: “Bi awayekî dijhiqûqî ketin hundir û pirtûkên me bêyî ku em bi ti awayî agahdar bibin, birin. Deriyê odeya me ya tomarkirinê şikandin û alavên me yên teknîkî yên hundir desteser kirin. Ji ber ku ev der qada hilberîna me ye, bi taybetî jî dest danîn ser tiştên me yên li wir. Bi qasî ku em fêhm dikin, armanca wan îlegalîzekirina vê derê û xebatkarên me ye.”
‘Divê em xebatên pir çandî bimeşînin’
Belkisa Suleymanoglu daxuyakirin ku ji neteweyên cuda yên wek Rus, Japon, Ukraynyanî, Tirk û Îngîlîz piştgirî dane Jin Art Hunerê û got ji faliyetên hunerê re bûne war. Belkisa Suleymanoglu wiha dirêjî dayê: “Em li vir tenê li ser çand û hunera Kurdî nîqaşan nakin, em li ser çandên cuda jî diaxivin û nîqaş dikin. Ji vê yekê em fêm dikin ku dixwazin pêşiya hatina van kesan bigirin. Dema ev kes tên vir, em li ser cudahiyên navçandî, xalên hevpar û xalên hevpar nîqaş dikin. Di navbera çandan de parvekirineke çandî ya gerdûnî heye. Li dijî hewldana yekparêziyê divê em xebatên pir çandî bidin meşandin.”
‘Bi ziman û çanda xwe perwerde dîtin’
Kursiyeta Jin Art Hunerê Fatma Îraz jî got ew li Jinartê perwerda kemanê digire û wiha vegot: “Li vir perwerdehiya keman, ermabane, piyano, şano û dramayê tê dayîn. Di çarçoveya xebatên jinan de perwerde erbanê tê dayîn. Jin tên Jinartê. Ji her temenî tên. Ji bo bîhna xwe bigirin tên. Em dema tên vir hinekî rehet dibin. Em ji hev hêzê digirin. Em vê dijhiqûqiyê qebûl nakin û em ê têbikkoşin.”
‘Sazî zarokan ji hişbirê dur dixînin’
Denîz Ayçan jî bi lêv kir ku bi taybet hewcedariya ciwan û zarokan bi cihên wisa heye û wiha domand: “Ez di saziyeke der barê zarokan de bernameyên muzîkal dike de dixebitim. Saziyên wisa zarokan ji made û alkolê dur digire. Ji ber vê saziyên wisa girîngin. Divê hemû alî li dijî van polîtîkayên asîmîlasyonê bên gel hev.”
‘Wê têkoşîna me bidome’
Hevseroka Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) a Îzmîrê Nebat Çelîk jî daxuyakirin ku DAD saziyek çandiye û mîsyona wê ya ku hemû saziyên çandî tîne gel hev heye. Nebat Çelîk wiha dirêjî dayê: “Ya ku li Jin Artê tê kirin ev e; Tê wateya êrîşa li ser çandê û dûrxistina me ji çanda xwe. Ji ber vê em qebûl nakin. Herî dawî dest bi zextan li endam û karkeran kirin. Derdor teng dibe. Lê belê çiqas dor teng bikin jî wê têkoşîn bidome. Armanca wan yek al, yek netew, yek çand, yek celeb e... Lê em ne di yek cure çandê de ne; Em mozaîk in. Dema ku em hemû çandan bi hev re biceribînin em dewlemend in. Hemû çand xwedî nirx û baweriyên xwe ne. Ji ber vê yekê divê hemû çand çanda xwe bijîn. Dixwazin me birevînin. Ji bo vê çi dibe bila bibe em ê têbikoşin.”