Bi jinên cotkar re hevdîtina 8'ê Adarê

  • 15:09 3 Adar 2025
  • Rojane
 
SÊRT - TJA'yê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li Sêrtê jinên kedkarên çandiniyê ziyaret kir.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Sêrtê çalakiyên xwe didomîne. TJA'yê di çarçoveya çalakiyan de jinên kedkarên çandiniyê ziyaret kir. Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û endamên meclîsa şaredariyê beşdarî serdanê bûn.
 
TJA'yê di serdanê de qurnefîl dan jinan, li jinan jî belavok belav kirin û vexwend mîtînga 8'ê Adarê.
 
Serdan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.