
Li Êlihê çalakiyên 8'ê Adarê yên bi coş
- 16:05 3 Adar 2025
- Rojane
ÊLIH - TJA’yê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan de li Êlih û navçeyên wê civîn li dar xist. Ji bo mîtînga ku dê li civînan bê lidarxistin jin vexwendin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de li çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê bi coşeke mezin çalakiyan li dar dixe.
Civîn li navçeya Hezo ya Êlihê hat lidarxistin. Di civînê de jinan gelek caran bê navber siloganên "Jin jiyan azadî" berz kirin. Piştî civînê jinan govend gerandin.
Li aliyê din dema ku jinan ji girtiyên jin ên li girtîgehan re kart şandin, jinên ku li Taxa Rezanê çûn bazarê, banga mîtînga 8'ê Adarê kirin.