
Pêşangeha wêneyan a bi mijara 'Jin û Kolan' hat vekirin
- 16:02 3 Adar 2025
- Çand û Huner
AMED - KASED'ê di 8'ê Adarê de pêşangeha wêneyan a konseptê ya hunermend Bahar Mosleh a bi navê "Jin û Kolan" bi dirûşma "Em li dijî sûcê jinan serî hildin, em biharê hembêz dikin" vekir.
Komeleya Çand, Huner û Wêjeya Jinê (KASED) bi şîara "Em li hemberî sûcê jinan serî hildin û biharê hembêz bikin" pêşangeha wêneyan a konsepta hunermend Bahar Mosleh a 8'ê Adarê ya bi navê "Jin û Kolan" vekir. Pêşangeh ji aliyê hunermend Neşe Toprak ve hat birêvebirin. Tevgerê Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê, hevşaredarên bajar û navçeyên Amedê û gelek welatî beşdarî pêşangeha li Galeriya Hunerê ya Amedê ya li Parka Sûmerê hat lidarxistin bûn.
Li dijî pergala serdest a mêr şer bikin
Endama KASED'ê û kedkara pêşangehê Neşe Toprak beriya vekirinê axivî û diyar kir ku weke KASED'ê têkoşîna jinan hatiye nîqaşkirin û ji bo 8'ê Adarê gelek çalakiyên plansaziyê dikin. Neşe Toprak, têkoşîna Jîna Emînî ya 3 sal berê li Îranê ji aliyê "polîsên exlaqî" ve hat qetilkirin bi bîr anî.
'Min xwest ez bi cîhana hundirîn a jinan re mijûl bibim'
Piştre Hunermend Bahar Mosleh axivî û spasiya KASED û Şaredariya Bajarê Mezin kir. Bahar Mosleh got, “Têgîna min a jinbûnê ne li gorî zayendê bû. Min xwest ez bi cîhana hundirîn a jinan re mijûl bibim. Di heman demê de min xwest li dijî zîhniyeta baviksalarî bi jiyana jinê re mijûl bibim. Ji bo ku ji zîhniyeta mêr re bibe bersiv, min ev xebat pêk anî. Ev jî rêbazeke din a berxwedanê ye."
Pêşangeh wê heta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê saet di navbera 10.00-16.00'an de bêpere bê pêşandan.