
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tundiya mêran
- 15:55 23 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di van mehên dawî de li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 19 jin û 9 zarok hatin kuştin. Her wiha 13 jin û 2 zarok bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
Li Îranê rewşa jinan ji her demê dijwartir bû. Jin êdî li tu derê xwe di nav ewlehiyê de hîs nakin, ji bilî kuştinên navmalbatî û tundiya civakî, pergala darazê jî cezayên darvekirin û girtîgehê li jinan dibire.
9 meh şûnde hat famkirin ku hatiye qetilkirin
Derket holê ku Ayla Pasdar a 15 salî, di bin navê “namûsê” de ji aliyê birayê xwe yê 18 salî û xizmên xwe yên mêr ve hatiye kuştin. Piştî vê bûyerê, rewşa trajîk a ku jinên li Îranê tê de ne, bi awayek eşkeratir xuya bû. Ayla Pasdar, di 11 saliya xwe de bi darê zorê hat zewicandin. Di 15 saliya xwe de ji mêrê xwe veqetiya. Her tim rastî tundiya fizîkî hat. Birayê wê, ap û pismamên wê gefên kuştinê lê xwarin. Birayê wê yê mezin berê jî hewl daye ku Ayla serjê bike, lê ji ber ku cîranan nehiştin, Ayla nemir. Piştre jehrê pê dan vexwarin, destên wê zincîr kirin û xwestin bi vî awayî wê bikujin. Lê ew rakirin nexweşxanê û xilas kirin. Dawiyê jî, di 13’ê Gulana 2024’an de hat kuştin.
Cînayetên jinan û Têkçûna Pergala Darazê
Kuştina Ayla Pasdar, careke din nîşan da ku li Îranê yasayên bi bandor ên pêşî li kuştina jinan a bi hinceta "namûsê" bigirin, tunene.
Parazvanên mafên jinan, van pirsan dikin:
Yasayên heyî çima nikarin jinan biparêzin?
Medya û propagandaya dewletê çima cînayetên jinan rewa dikin?
Yasa çima zewaca zarokan asteng nakin?
Li Îranê rayedar çima ji bo parastina jinan formên yasayî yên pêwîst çênakin?
Her meh li Îran û Rojhilatê Kurdistanê cînayetên jinan ji aliyê beşa Farisî ya ajansa me ve tên raporkirin. Li gor raporê di Çile û Sibata 2025’an de 19 jin û 9 zarok hatine kuştin. Her wiha 3 jinên ku berê ji ber kuştina mêrê xwe cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn jî, li girtîgehên cuda hatin înfazkirin.
Cînayetên Jin û Zarokan ên di Çile û Sibatê de çêbûne
23’yê Çileyê: Nîlufer Necahti, li Fakulteya Tibê ya Hamedanê pispora ortopediyê bû, bi awayek bi guman mir.
23’yê Çileyê: Sahba Gorgi, li Karajê bijîşka diranan bû, bi awayek bi guman mir.
25’ê Çileyê: Li Meşhedê jinek 45 salî, ji ber şerê nav malbatî ji aliyê mêrê xwe ve hat kuştin.
27’ê Çileyê: Cesedê keçika 18 salî ya wenda bû, piştî 10 rojan li perava Nûşehrê hat dîtin.
28’ê Çileyê: Li Kirmanşahê mêrek, jina xwe Sîmâ Moradî û du zarokên wê kuşt.
28’ê Çileyê: Jina ciwan a 16 salî aya bi navê Kanî Abdullahî, ji aliyê bavê xwe ve bi hinceta "namûsê" hat kuştin.
29’ê Çileyê: Jina 37 salî ya bi navê Solmaz Ghorbanî, li Meragê ji aliyê mêrê xwe ve hat kuştin.
29’ê Çileyê: Li Lorîstanê jinek ji aliyê mêrê xwe ve hat kuştin.
30’ê Çileyê: Jina 27 salî, li Asadabadê ji aliyê mêrê xwe ve hat kuştin.
1’ê Sibatê: Jina ciwan a 17 salî ya bi navê Atîfe Zegîbî, li Şuşterê ji aliyê bav û birayê xwe ve hat kuştin.
2’yê Sibatê: Jina 27 salî ya bi navê Gulnaz Rasmî-Sefet, li Mahîdeştê ji aliyê tiyê xwe ve hat birîndarkirin, piştre bi tevî bebeka xwe ya 8 mehî, jiyana xwe ji dest da.
2’yê Sibatê: Li bajarê Kurdkovê jina 35 salî Fatma Badelî, ji ber ku xwest ji mêrê xwe veqete, mêrê wê li ber çavên herdu zarokên wê, Fatma qetil kir.
4’ê Sibatê: Meryem Kavîanî, ji ber kuştina mêrê xwe, rastî cezayê darvekirinê hatibû. Di Girtîgeha Hurremabadê de hat darvekirin.
5’ê Sibatê: Li Benabê mêrek, hevjîna xwe, keça xwe ya 15 salî û kurê xwe yê 11 salî kuşt, piştre xwe kuşt.
5’ê Sibatê: Li Hamedanê li bajarê Curkanê mêrek, jina xwe, xesuya xwe, xezûrê xwe, gorm û baltûza xwe kuşt, piştre jî xwe kuşt.
5’ê Sibatê: Keçikek 15 salî ya bi darê zorê hat zewicandin, li bajarê Garvê yê Rojhilatê Kurdistanê hat îdîakirin ku xwe kuştiye.
5’ê Sibatê: Jinek 25 salî li Şîrazê ji aliyê xizmên xwe ve hat kuştin.
6’ê Sibatê: Saena Muhammedî, li Bujnurdê bi awayek bi guman mir.
7’ê Sibatê: Cesedê jinek 32 salî, li Merageyê piştî mehek di qadeke avasaziyê de hat dîtin. Derket holê ku mêrê wê qatilê wê ye.
7’yê Sibatê: Jinek 30 salî, li Meşhedê bi êşkenceyê hat kuştin. Cesedê wê yê perçekirî hat dîtin.
8’ê Sibatê: Jina bi navê Zehra Azîzî, li Sinê bi awayek bi guman mir.
9’ê Sibatê: Jina 47 salî ya bi navê Mehtap Kazizadeh, li Girtîgeha Sariyê hat darvekirin.
9’ê Sibatê: Keçikek 16 salî, li Sinê ji qada 4’an hat avêtin û mir.
10’ê Sibatê: Keçika 5 salî ya bi navê Sara Bahadurzehi, Li Pîranşarê bi tevî malbata xwe hat kuştin.
11’ê Sibatê: Andiya Parsa, li Sinê bi awayek bi guman mir.
12’ê Sibatê: Manzar Seydi, piştî merasîma cenazeyê mêrê xwe, bi awayek bi guman mir.
14’ê Sibatê: Nadia Balochi, li Nikşehrê bi hinceta "namûsê" ji aliyê birayê xwe yê mezin ve hat kuştin.
14’ê Sibatê: Termê şewitandî yê jina bi navê Samîra Beşertî ya 37 salî ye û ji bajarê Kurdkoviyê ye, li daristanên Bandargazê hat dîtin. Derket holê ku Samîra ji aliyê 2 mêran ve hatiye şewitandin.
14’ê Sibatê: Keçika 10 salî, li bajarê Semnanê ji aliyê damariya xwe ve hat kuştin.
18’ê Sibatê: Jina bi navê M.Ş., li Serpol Zehabê bi awayek bi guman mir.
19’ê Sibatê: Termek şewitandî yê jinek, li çola Garmdareyê hat dîtin.
19’ê Sibatê: Li gor rapora ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ve hatiye amadekirin, di navbera 10-16’ê Sibatê de ji Kirmanşahê Farishte Ghasemi û Mîna Gholamî, ji Ûrmiyê Fatemeh Balanji, ji Mahabadê Pervîn Mohammadî û ji Shabadê Leyla Hosseinî, bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.
20’ê Sibatê: Li Gundê Bariyî Xanî ya navçeya Dalahoî ya Kirmanşahê jina 23 salî ya bi navê Seyedah Danya Hosseinî, ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.
21’ê Sibatê: Jina 45 salî ya bi navê Bagherî Nejad, di Girtîgeha Adel Abad a li Şîrazê hat darvekirin.
21’ê Sibatê: Ji Gundê Nesa Masalê jina 40 salî ya bi navê Nachiba Hassankhanî, ji aliyê mêrê ku pê re zewicandî bû ve, bi hinceta ku xwest jê biqete, hat qetilkirin.
Ev rapor, tenê li ser bûyerên di nûçeyan de cîh girtine hatiye amadekirin. Lê tê payîn ku hejmarên rastîn, zêdetir in.
Encam: Li Îranê Cînayetên Jin û Zarokan Zêde Dibin
Aktîvîstên mafên jinan diyar dikin ku li Îranê piraniya cînayetan di medyayê de cîh nagirin, ji ber zextên siyasî û çandî de hê mirov nikare bighêje hejmarên rastîn.