
Li gelek bajaran çalakiyên ziman hatin lidarxistin
- 20:32 23 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mêrdîn, Îzmîr û Antalyayê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê çalakî hatin lidarxistin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê panelek li dar xist. Panel, li avahiya Şaxa Odeya Endezyaran a Mêrdînê hat lidarxistin. Nivîskarê Suryan Yûsûf Begdaş, nivîskarên Kurd Hogir Berbir û Dîlan Şeveşoglû tev li panelê bûn. Panel, bi axaftina moderator parêzer Dîlan Koç dest pê kir. Di panelê de ji ewil nivîskar Hogir Berbir axivî.
Hogir Berbir, têkildarî rêjeya axaftina bi Kurdî ya di nava civakê de axivî û got ku bi pêşketina teknolojiyê re ev rêjeye ketiye. Gogir Berbir, got ku tenê bi axaftina nava malê têr nake û bi bîr xist ku UNESCO, Kurdî weke zimanekê di bin xetereya tunebûnê de dibîne. Hogir Berbir, banga mezinkirina têkoşîna ziman kir.
Dîlan Şeveşoglû jî got ku hêj di zikê dayikê de zimanê dayikê bandorê li zarok dike û got ku divê teqez heta 5 mehiyê bi zimanê dayikê were axaftin. Dîlan Şeveşoglû, diyar kir ku ji bo qirika zarok li gorî qalibên ziman teşe bigire divê heta 2 saliyê zarok bi zimanê dayikê biaxive û got: “Dewlet ji bo ev qirik çênebe bi zanebûn hinek tîp ji alfabeyê derxist. Xwest qirikê tune bike. Di zarokan de avabûna ziman genetîk e. Dema ziman hate tunekirin, wê demê mudaxile li genetîkê jî tê kirin.”
Serokê Komeleya Ziman Çand û Wêjeyê ya Suryan Yûsûf Begdaş jî got ku zextekî giran li ser Suryan heye û divê zimanê Suryankî were parastin.
Îzmîr
Şaxa Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) a Îzmîrê jî li avahiya komeleyê ya li navçeya Çîgliyê panela “Em ji bo zimanê dayikê dicivin” li dar xist. Rojnameger Turabî Kîşîn weke panelîst tev li bû. Moderatoriya wê jî Semra Acar kir. Rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û gelek kes tev li panelê bûn.
Semra Acar di panelê de got ku zaravayê Kurdî Kirmanckî di bin xetereyê de ye û got ku divê li dijî vê têkoşîn were kirin.
Rojnameger Turabî Kîşîn jî di panelê de anî ziman ku heke ji bo ziman xwedîderketinek çênebe dê ne xwedîderketin li dîrokê ne jî li çandê nebe.
Herî dawî jî di panelê de li stranên koroya zarokan hate guhdarîkirin.
Antalya
Rêxistina DEM Partiyê ya Antalyayê jî li avahiya xwe çalakî li dar xist. Hevserokê DEM Partiyê yê Antalyayê Selamî Ozyaşar di çalakiyê de xwest ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî.
Piştî axaftina Ozyaşar, sînevîzyoneke ku zimanên dayikê vedibêje hate pêşandan. Di berdewamiya sînevîzyonê de Dilbêzar Bêkes û Aryen Mendî têkildarî zextên ser zimanê dayikê gotûbêj kirin. di çalakiyê de herî dawî jî Koma Zarokên Aryen derketin ser dikê û stranên xwe gotin.