Li gundê Bekiya Şên coşa 8’ê Adarê
- 16:32 23 Sibat 2025
- Rojane
AMED - Di çalakiya ku ji aliyê Şaredariya Rezanê ve di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li gundê Bekiya Şên hat lidarxistin de kêliyên xweş hatin jiyîn.
Şaredariya Rezan di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li gundê Bekiya Şên ê navçeya Rezan a Amedê çalakiyek li dar xist. Di çalakiya ku gelek gundî lê amade bûn de Koroya Jinê ya Şaredariya Rezan derket ser dikê. Li qada çalakiyê pankarta "Raperina me li dijî qirkirina jinê ye, meşa me ber bi azadîye ve" hat daliqandin.
Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz ku beşdarî çalakiyê bû li vir axaftinek kurt kir. Leyla Ayaz bal kişand ser wate û girîngiya rojê û got, “Bi taybetî li herêmên wiha jin gelek karan dikin, lê çi bikin bila bikin keda wan nayê dîtin. Di vê çarçoveyê de me weke jinên Kurd got werin em bi hev re govendê bigirin û festîvalekê li dar bixin. Jin, Jiyan, Azadî!”
Çalakî bi govend û dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.