
Li Kutahyayê hewldana qetilkirina jinekê
- 18:52 20 Sibat 2025
- Rojane
KUTAHYA - Li Kutahyayê mêrê bi navê Y.K bi çekê hewl da jina pê re zewicandî F.K qetil bike û encama êrîşê de F.K birîndar bû.
Li navçeya navendî ya Kutayyaê mêrê bi navê Y.K hewl da jina bi navê F.K ya pê re zewicandiy eqetil bike. Di encama êrîşê F.K birîndar bû û piştî agahî hat dayîn ekîbên polîsan û tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Piştî mudaxaleya ewil F.K ya ku hat hînbûn ducaniye rakirin Nexweşxaneya Bajar a Kutahyayê.
Gumabar ku ji cihê bûyerê reviyabû hat binçavkirin.