'Em her cihî bikin Kurdîgeh'

  • 15:33 17 Sibat 2025
  • Rojane
 
AMED - 19 sazî û dezgehên ku xebatên ziman û çanda Kurdî bi rê ve dibin bi rasthatina 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek belav kirin. Di daxuyaniyê de bang li her kesî hat kirin ku bi ruhê seferberiyê xwedî li zimanê Kurdî derkevin û her cihî bikin Kurdîgeh.
 
Bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê gelek sazî û dezgeh têkildarî rasthatina rojê daxuyaniyan didin û xwe ji bo çalakiyan amade dikin. 19 sazî û dezgehên xebatên ziman, çand û wêjeya Kurdî ku li bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê bi rê ve dibin, bi minasebeta 21ê Sibatê daxuyaniyek nivîskî belav kirin.
 
Daxuyaniya 19 saziyan bi vî rengî ye:
 
“21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ye. Ev roj ji aliyê UNESCOyê ve di sala 1999an de wek ‘Roja Zimanê Dayikê’ hatiye ragihandin. Ji wê rojê heta niha ‘Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî’ li her derê cîhanê dikeve rojevê, girîngî û wateya vê rojê tê diyarkirin û derbarê girîngiya zimanê dayikê de çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin.
 
Em Kurd û derdorên azadîparêz jî bi salan e bi armanca parastin, pêşvebirin û azadiya zimanê Kurdî û hemû zimanên din, ne tenê 21ê sibatê, her roj di nava têkoşîneke domdar de ne.
 
Pişaftina zimanê Kurdî
 
Neteweya Kurd neteweyeke herî qedîm a mirovahiyê ye, zimanê Kurdî jî zimanekî herî qedîm û binirx ê mirovahiyê ye. Lê sed heyf û mixabin Kurd jî, Kurdî jî hê ne xwedî statuyekê ne, perwerdehiya bi Kurdî hê jî pêk nehatiye. Berovajî, zimanê Kurdî hê jî ji gelek aliyan ve tê qedexekirin, rastî zext û êrişan tê, hê jî bi awayên cuda di dorpêça pişaftin, helandin û tunekirinê de li ber devê şûr û xencerê ye.
 
Herçiqas di encama têkoşîna gelê Kurd a dîrokî de polîtîka û kiryarên hovane yên li ser zimanê Kurdî bi ser neketibin û têk çûbin jî, ew polîtîka û kiryar hê ji gelek aliyan ve bi rê û rêbazên nûjenkirî berdewam dikin. Ji aliyê serdestan ve Kurdîkujî hê jî bi dawî nebûye, ku ev sûcekî mezin ê mirovahiyê ye. Bi milyonan zarokên Kurd hê jî bi awayekî xedar tên pişaftin û ji zimanê xwe tên dûrxistin, nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û bi zimanê xwe û bijîn.
 
Bêguman netewdewleta Tirk a ku xwe li ser Tirkperestiyê saz kiriye bi riya helandin û jiholêrakirina zimanê Kurdî dixwaze Kurdan ji hemû mafê wan ên neteweyî bêpar bihêle, ku Kurd nikaribin bi nirxên xwe wek neteweyekê bi nasname û nirxên xwe yên xwebûnî bijîn.
 
Dewleta Tirk a nîjadperest a ku li gor netewedewleta tirkîtiyê, anku li gor yek ziman, yek netewe û yek çandê hatiye avakirin tirkperestiyê dispêre gelê Kurd û hemû gelên din. Bêguman ev nêzîkatiya desthilatdariya Dewleta Tirk a niha ya ji bo zimanê Kurdî rasterast bi nêzîkatiya hemû nirxên Kurdan re têkildar e. Hemû dorpêçkirin, zext û tecrîdên li her qadê girêdayî hev in.
 
Azadiya Ocalan azadiya Kurdî û Kurdistanê ye
 
Mînaka vê ya herî şênber tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan e; ku rêzdar Abdullah Ocalan ji destpêkê heta niha bi paradîgmaya xwe ya dîrokî, civakî, azadîxwaz û demokratîk serbestî û azadiya hemû ziman, çand û nasnameyan dixwaze; ji bo wê têkoşîneke bêhempa dimeşîne, derbarê zimanê dayikê, bi taybetî derbarê zimanê Kurdî de gelek nirxandin kirine û bi caran bangên dîrokî yên xwedîlêderketina zimanê Kurdî kirine.
Rêzdar Ocalan di bin tecrîdeke giran de, di bin şert û mercên dijwar de, hê jî ji bo azadî û aştiya hemû netewe û zimanan têkoşîna xwe didomîne; bi taybetî jî hewl dide ku ji bo pergaleke demokratik ku zimanê Kurdî û hemû zimanên din bibin xwedî statu û zimanê perwerdehiyê hewl dide. Ji ber vê yekê tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan de, di heman demê de tecrîda li ser zimanê Kurdî, gelê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê ye. Bêguman têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya rêzdar Ocalan di heman demê de têkoşîna ji bo azadiya Kurdî û Kurdistanê ye.
 
Dîsa li ser bingeheke azadîparêzî û demokratîk, têkoşîna ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî di heman demê de têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêzdar Abdullah Ocalan e.
Herwiha ji ber ku li Rojava jî zimanê Kurdî û hemû zimanên din xwedî statu ne û perwedehiya bi zimanê Kurdî û hemû zimanên din heye rastî êrişên mezin tê. Ji ber vê yekê parastina şoreşa Rojavayê di heman demê de parastina zimanê Kurdî û hemû zimanên din e. Li ser bingeha vê rastiyê, ji bo azadî û aştiyeke birûmet a hemû gelan û hemû zimanan, em her dem û li her derê têkoşîna xwe ya azadiya fizîkî ya Rêzdar Abdullah Ocalan û parastina şoreşa Rojava berdewam bikin, xurtir bikin. Em gelek zelal dibêjin ku; heta ku azadiya zimanê Kurdî û hemû zimanên din pêk neyê azadiya civakî pêk nayê.
 
Ji ber vê; daxwazên me yên statuya ji bo neteweya Kurd û statuya ji bo zimanê Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor û jêneger e, ji bo me mijara man û nemanê ye.
Ji ber vê yekê; ji bo ku Kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê, di hemû qadên jiyanê de, qadên civakî, giştî û fermî de serbest be û hemû mafên zimanê Kurdî di qanûna bingehîn de bên mîsogerkirin em ê têkoşîna xwe li her qadê, bi awayekî domdar bilindir û berfirehtir bikin.
 
Em her derê bikin Kurdîgeh
 
Li ser vê bingehê; bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, di navbera 17ê Sibatê û 21ê Sibatê de, em ê bi dirûşma ‘Ji bo Kurdî Statu û Perwerdeya Bi Kurdî’, ji Colemêrgê heta Edîrneyê, li her derê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi bername û çalakiyên cuda, têkoşîna ji bo Kurdî bilindtir û berfirehtir bikin. Bi vê armancê; em bang li hemû partî, sazî, platform, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, derdorên azadîparêz, demokratîk û aştîxwaz û bi taybetî jî bang û gazî li hemû jin, ciwan û gelê xwe dikin ku; bîr û bawerî û siyaseta kê çi dibe bila bibe, em hemû Kurd û derdorên azadîparêz bi bîr, bawerî û hişmendiya neteweya demokratîk têkoşîna xwe ya ji bo azadî, serbestî, statu û perwedeya bi Kurdî, bi giyanê seferberiyê li her derê Kurdistanê û li her derê cîhanê yê ku Kurdek lê dijî bilindtir û berfirehtir bikin; em her tim bibin têkoşerên ziman, çand, nasname û hemû nirxên xwe yên neteweyî, civakî û dîrokî; li her mal, gund, mezra, tax, kolan û jîngehekê bikin dibistan û zanîngehên Kurdî, bikin Kurdîgeh.
 
Bi van hest û ramanan, em wek saziyên li jêr 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, di serî de li gelê Kurd, li hemû gelên cîhanê pîroz dikin.
 
Zimanê Kurdî hebûn, rûmet û nasnameya me ye!
Her dem û li her derê ji bo zimanê Kurdî têkoşîn!
Bijî têkoşîna azadî û serbestiya zimanê Kurdî û hemû zimanên dayikê!”
 
 
Saziyên ku daxuyaniyê îmze kirin e, ev in:
 
* Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê – DEM Partî
* Partiya Herêmên Demokratîk – DBP
* Tevgera Jinên Azad – TJA
* Tevgera Ciwanên Welatparêz û Demokratîk
* Enstîtuya Kurdî ya Amedê – Amed
* Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê – Stenbol
* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê – Îzmîr
* Komeleya Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî- KURDÎGEH – Wan
* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botan – Sêrt
* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê – Semsûr
* Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê – Êlih
* Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê – Amed
* Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê – Erdîş
* Komeleya Wêjekarên Kurd – Amed
* Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek – Cizîr
* Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya ANKA – Enqere
* Komeleya Zimanê Kurdî – CUDÎ-DER- Silopiya
* Komeleya Ziman û Wêjeyê MEDYA-DER – Tetwan
* Kovara Destar – Amed