
Cenazeyê Sakîne Arat dê sibê li Goristana Yenîkoyê bê definkirin
- 13:27 13 Adar 2025
- Rojane
AMED - Cenazeyê Dayika Aştiyê Sakîne Arat a ku bi salan di nava têkoşîna gelê Kurd de cih girt û duh bi şev jiyana xwe ji dest da, dê sibê saet di 10:00 de li Goristana Yenîkoyê bê definkirin.
Dayika Aştiyê Sakîne Arat a ku bi salan e di refên herî pêş ên têkoşîna gelê Kurd de cih digire duh bi şev li nexweşxaneya ku li Amedê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Bi bihîstina nûçeyê re Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Rêxistina Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê û gelek kes li ber nexweşxaneyê kom bûn. Girseyê li vir sersaxî ji malbatê re xwest.
Ew birin Goristana Yenîkoyê
Cenazeyê Sakîne Arat pişt re ji morga nexweşxaneyê hate wergirtin û bi konvoyekê birin Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê. Cenazeyê Sakîne Arat dê li morga Goristana Yenîkoyê bê girtin û li gor wesiyeta wê sibe saet 10.00’an li wir bê definkirin.
Piştî definkirinê wê li mala sersaxiyê ya Odabaşi Bal sersaxî bên qebûlkirin.