Li Îzmîrê coşa Newrozê

  • 15:48 13 Adar 2025
  • Rojane
ÎZMÎR - Li Kadifekale bi pêşengiya jinan bi dirûşma "Em li dijî qirkirina jinan serî hildin, ji bo azadiyê dimeşin" Starta Newrozê hat dyîn. Di daxuyaniyê de banga azadî û aştiyê hat hate kirin.
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) a Îzmîrê û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a Îzmîrê, bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinê serî hildidin, ber bi azadiyê ve dimeşin” daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn û li Îzmîrê starta pîrozbahiyn Newrozê hat dayîn. Daxuyaniya ku dihat xwestin li Kadîfekale bê dayîn ji ber astengiya polîsan li ber kelehê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Newroza Azadiyê pîroz be” hat vekirin. Girseyê bê navber dirûşmên "Ji şer re na, aştî hema niha", "Newroz pîroz be" û "Şehîd namirin" berz kirin.
 
Parlamentera Îzmîrê Burcugul Çubuk, Parlamentera Mûşê Sumeyye Boz û gelek jin û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Piştî Sumeyye Boz û Dayika Aştiyê Behiye Yalçin agirê Newrozê pêxistin, girseya gel bi coş li ber def û zurneyê govend gerand.
 
'Newroz sembola berxwedan û têkoşînê ye'
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya Îzmîrê Fulya Erdogan, silavên xwe pêşkêşî jinên ku agirê Newrozê geş dikin, kir û got, "Agirê Newrozê ku me îro li Kadifekale pêxist, ji jinên ku berxwedana Zekiyeyan, Rahşanan û Bêrîvanan heta roja îro anîn; Serhildana jinên ku li dora têkoşîna azadiyê azad bûne ye. Silav ji jinên ku bi ruhê 8'ê Adarê li dora vî agirê berxwedanê bilind kirin kom bûne. Kadîfekale ji bo têkoşîna me ya berxwedan û azadiyê semboleke dîrokî ye.Cejna gelan û jinên ku li dijî zilma zaliman li ber xwe didin e. Bi ruhê berxwedanê yê agirê Newrozê we hemûyan silav dikim û dibêjim Newroz pîroz e."
 
'Ruhê ku em pê re hevdîtin dikin ruhê îradeyê ye'
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk jî diyar kir ku wan li kelehê li cihekî girîng bi ruhê Rahşanê re hevdîtin pêk anîne û got, “Ruhê ku me pê re hevdîtin kir, ruhê bawerî û îradeyê ye. Ruhê kesên ku jiyana ku tê xwestin jin tê de bin bi ser dikeve û helbet ruhê ku em pê re rû bi rû ne, têkoşîna aştiyê ya ku jin pêdiviya wê pê heye. Yên ku tu carî dest ji vê têkoşînê bernedin, wê li seranserê vê erdnîgariyê vê aştiya bi rûmet, edalet û wekheviyê misoger bikin. Newroz pîroz be."
 
'Ev  qada têkoşînê ye'
 
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz axivî û wiha got: “Îro rojeke girîng e, lewma em li vir agirê azadiyê û agirê aştiyê pêdixin. Armanca me ya hatina vir ne tenê pîrozkirina Newrozê ye. Em jî ji bo pîrozkirina pêşketina têkoşîna ku bi sedsalan tê meşandin hatin. Ev der qada têkoşînê ye. Bangek mezin ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve li hemû gelan, Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê hate kirin. Di vê Newrozê de em ê aştî û civaka demokratîk hembêz bikin. Wê ev Newroz bi coş, mezintir û bi watetir be. Ji Rojhilata Navîn heta Rojava wê agirê azadî û aştiyê, civaka demokratîk û civaka wekhev li her derê bê pêxistin. Ev agir wê li hemû cîhanê bigere û aştiyê bi destê Kurdan bîne."
 
Bername piştî govendê bi dawî bû.