
Rahşan Demîrel li ser gora xwe hat bibîranîn
- 18:57 13 Adar 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Rahşan Demîrel ku di Newrozê de bedena xwe şewitandibû, li ser gora xwe hat bibîranîn. Dayika Rahşan Demîrel, Emîne Demîrel di bîranînê de axivî û got: “Ew ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiyan û serî netewandin.”
Dewleta Tirk li dijî pîrozbahiyên Newrozê yên li Şirnex, Cizîr û Nisêbîn a Mêrdînê yên sala 1992’yan êriş pêk anî û komkujiyên mezin kir. Rahşan Demîrel ku li dijî van komkujiyan li Kadîfekale ya Îzmîrê bedena xwe şewitand, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser gora xwe hate bibîranîn.
Nûnertiyên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, malbata Rahşan Demîrel û gelek welatî tev li merasîma bîranînê bûn. Girseya ku di têketina Goristana Hecaceyê ya li navçeya Nisêbînê hate gel hev, dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û heta gora Rahşan Demîrel meşiyan.
‘Kurdan li dijî zilmê serî netewand’
Girseyê ji ewil çîçek danîn ser gora Rahşan Demîrel û piştre jî dayika wê Emîne Demîrel axivî. Emîne Demîrel, diyar kir ku keça wê xwe ji bo gelê Kurd û jinên Kurd feda kiriye û ev tişt anî ziman: “Beriya çalakiya xwe gelek caran dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ berz kir. Xwedê emrekî dirêj bi nesîbê Serokê me bike da ku vî gelî rizgar bike. Dema Rahşanan, Mazluman, lehengan, dema we tevan canê xwe dida we got ‘Bijî Serok Apo’. We tevan got ‘Bijî azadî’. Li dijî Kurdan zilm û komkujiyên gelek mezin hatin kirin. Têkoşiyan û serî netewandin. Xwe avêtin bin panzeran, singê xwe dan dîwarên zindanan, girtîgeh veguherandin kelehên berxwedanê. Serî netewandin. Ez jineke Kurd im. Ez siyasetmedar nînim, oldar im, birîndar im. Ez jinek im ku ji dilê min xwîn diherike. Dema dibêjin Newroz, mîna volkanan dikelim.”
‘Hêz ji yekitiyê dibe’
Bi domdarî Emîne Demîrel anî ziman ku ji bo gelê Kurd sedsalek li paş maye lê sedsaleke nû dest pê dike û wiha got: “Rêbertiya me di vê sedsalê de destê xwe bilind kir û aştî ragihand. Erk û berpirsyartiyek xist ser milê Kurdan. Ez bangî malbatên ku tu kesî qîmet nedayê, tu kesî bi qedrê wan nezanî, yên li ber deriyên girtîgehan sekinîn û dema cenazeyên xwe defin dikirin digotin ‘Bijî Serok Apo’ dikim; bibin yek, peywira me mezin e û biqîmet e. Îro, roja man û nemanê ye. Aqilê xwe bînin serê xwe û baş bixwînin. Dev ji hesabên biçûk berdin. Îro, roja man û nemanê ya Kurdan e. Em ê bi hev re bi destê Apo (Abdullah Ocalan) bigirin û mîna stûneke ji pola bilind bikin. Em ê hêzê bidin ku bikare azadiyê bîne û dinya qedrê wî bizane. Hêz ji yekitiyê dibe.”
'Em ê destê serok xurt bikin’
Emîne Demîrel, bang li gelan kir û wiha pê de çû: “Azadiya Serok ji bo hemûyan derman e. Mîna ku 40 salan mirov birîndarekî derman bike, muayene bike û dîsa rake ser pêyan e. Tê wateya rakirina ser pêyan a gelê bindest e. Ev, felsefeya wî ye. Êdî dema me hat, rûpelên dîrokê ji bo me vebûn. Werin em bi hev re destê Serok Apo xurt bikin.”
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Nilûfer Elîk Yilmaz jî destnîşan kir ku ew ê bibin şopdarên kesên bedenên xwe veguherandin agirê Newrozê û da zanîn ku dê heta dawiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têbikoşin.
Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin jî gotina Rahşan Demîrel a dawî ku li dijî gotina Îsmet Sezgîn a “Em ê nehêlin agirê Newrozê were vêxistin” digot “Agirê Newrozê dê her hil be. Dê agirê Newrozê ne bi lastîkan, bi bedenên me gur bibe.” Bi bîr xist. Bêrîtan Guneş Altin, anî ziman ku rêhevalên Rahşan Demîrel îro li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê agirê Newrozê vêdixin.