Hevdîtinên piştî bangewaziyê yên DEM Partiyê dewam dikin

  • 15:31 13 Adar 2025
  • Ramyarî
 
ENQERE - Heyeta DEM Partiyê di çarçoveya serdanên li ser banga sedsalê de bi Serokê Giştî yê ÎHD'ê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî re hevdîtin kir.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku li ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi rêze civînan kir, îro serdana Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) kir û bi Serokê Giştî yê (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban û endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya MYK’ê re civiya.
 
Şandeya DEM Partiyê ji Cîgira Hevserokatiya Komîsyona Têkiliyên Saziyên Civaka Sivîl û Partiyên Siyasî Ozlem Gunduz, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û Alîkarê Hevserokên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Ozturk Dogan pêk tê.
 
Piştre heyet derbasî Yekîtiya Mulkiyeliler bû. Tê payîn ku heyet li vir daxuyaniyekê bide.