Ji YRA'yê 'Yekîneya Şêwira Ewlekariyê'

  • 14:55 13 Adar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - YRA'yê bi armanca parastina rojnamevanan ‘Yekîneya Şêwira Ewlekariyê û Parastina ji Metirsiyan’ ava kir
 
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) li navenda xwe ya Qamişloyê bi civîneke çapemeniyê avakirina Yekîneya Şêwira Ewlekariyê û Parastina ji Metirsiyan ragihand. Di civînê de gerînendeyê yekîneyê Ehmed Mihemed daxuyaniyek da.
 
Daxuyaniya YRA'yê wiha ye: “Di encama rewşên niha de ku rojnamevan li Sûriyeyê pê re rû bi rû dibin, binpêkirinên li ser wan giran bûne, nemaze di dema dawîn de gelek rojnamevanan jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûn. Herî dawî jî hevalên me bûn ku li deverên cuda yên seranserê xaka Sûriyeyê hatin hedefgirtin. Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve hejmara rojnamevanên bûne hedef, bi sedan e.
 
Ji ber vê yekê, me biryar da li ser esasê pabendbûna bi rola xwe wek saziyeke sûriyeyî ya kar û barên rojnamevaniyê û kar ji bo parastina rojnamevan û kesên xwedî axaftinên azad e, bi hevkariya şêwirmendê ewlekarî yê Misirê Ehmed El Amîd ê pisporê birêvebirina metirsiyan, ‘Yekîneya Şêwira Ewlekariyê û Parastina ji Metirsiyan’ damezirînin. El Emîd di heman demê de wek endamekî damezirîner e û şêwirmendê daîmî hatiye destnîşankirin. Ev yekîne li ser bingeha xema me ya berdewam a li ser jiyan û ewlekariya hevkarên me yên rojnamevan li hemû herêmên Sûriyeyê ye. Li ser wî esasî baweriya me bi wê yekê ye ku divê rastî û yên ku ji bo wan diaxivin, bi her awayî bên parastin, ji ber ku ew beşeke avakirina vê civakê ye.
 
Em radigihînin ku yekîneya nû bi taybetî ji bo pêşkêşkirina piştgirî û alîkariyê ji hemû rojnamevan û xebatkarên ragihandinê yên Sûriyeyê re ye. Yên ku karê xwe di hawîrdorên dijwar de dikin, çi li hundirê xaka Sûriyeyê, ji rêveberek û cîgirê rêveber û hejmarek ji endam û şêwirmendên çalak ên pispor di vê mijarê de, di nav de yên herêmî û navneteweyî pêk tê, da ku rênimayan ji bo parastina rojnamevanan diyar bikin.”
 
Di dewama daxuyaniyê de navnîşanên têkiliyê yên yekîneyê anku emaîla ‘yra.ypr.s@gmail.com’ û hejmara telefonê +963 934372067 jî hatin dayîn û hate gotin: “Ji bo rewşên awarte yên ku tê de hewcedariya rojnamevanan bi alîkariya lezgîn heye, dema ku rojnamevan rastî birîndarbûn, dorpêçkirin, gefa rasterast a kuştinê, armancgirtin an hewldanên kuştina tên, li gorî derfetan rêya parastinê ji wan re peyda dike.”