DEM Partiyê rêveberiya xwe ya nû li Stenbolê diyar kir
- 16:19 23 Sibat 2025
- Rojane
STENBOL - Rêxistina bajarê Stenbolê ya DEM Partiyê di 3'yemîn Kongreya xwe ya Asayî de rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Arîfe Çinar û Çinar Altan ji bo Hevserokatiya nû ya Rêxistina Bajarê Stenbolê ya DEM Partiyê hatin hilbijartin.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê li Navenda Pêşangehan a Yahya Kemal Beyatli 3’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Eywana kongreyê bi alên DEM Partiyê hate xemilandin û pankartên “Di şer û aştiyê de ciwan li eniyên pêş in”, “Qeyûm dê biçin em ê bimînin”, “Em ê mezin li ber xwe bidin mezin bi ser kevin”, “Em ê sala 2025’an bikin sala azadiyê”, “Me bi ciwanî dest pê kir dê bi ciwanî bi ser kevin”, “Em ê birêxistinkirî li ber xwe bidin û dawî li kedxwariyê bînin”, “Jin, jiyan, azadî”, “Ji bo jiyaneke demokratîk wekhevî edalet azadî” û “Bi pêşengîya jinên ciwan” hatin daliqandin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, tevgerên jinan û bi hezaran welatî tev li kongreyê bûn.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiya Stenbolê Arîfe Çinar li vir axaftinek kurt kir. Arîfe Çinar got, “Stenbol bajarekî ku mirov, bawerî û nasnameyên cuda li hev dicivin e. Lê di heman demê de Stenbol bajarekî ku xizanî lê zêde ye. Helbet sedema vê feqîriyê em hemû dizanin. Zîhniyeta yek zilamî û israra aqilê dewletê ya di polîtîkayên şer de îro bandorê li tevahiya civakê dike; Lê bi taybetî ji ber avahiya giştî ya Stenbolê, vî bajarî dikişîne nava feqîriyeke kûr. Lê em dizanin ku heta li Tirkiyeyê siyaseta demokratîk pêş nexin û berfireh nekin em nikarin siberoja demokratîk a Tirkiyeyê ava bikin. Em dizanin ku bi we gelê xwe re weke kedkarên demokrasiyê em ê bibin dengê siyaseta demokratîk û guhertin û veguhertina demokratîk a Tirkiyeyê. Bi mezinkirina rêxistinbûna xwe em ê li Stenbolê têkoşîna xwe bi we re bidomînin. Em ê Stenbolê bikin bajarê aştiyê. Em ê bi hemû dînamîkên civakî re di nava têkiliyê de bin.
'Em ê bibin pêşengên vê pêvajoyê'
Çinar Altan ku piştre mafê axaftinê girt û wiha got: “Li pêşiya me pêvajoyeke dîrokî heye. Serdemek dîrokî li benda me ye. Di vê pêvajoyê de ji aliyekê ve polîtîkaya qeyûm tê meşandin, li aliyê din jî bi operasyonên binçavkirin û girtinê polîtîkayên zextê tê meşandin. Lê belê heta niha me serî li ber tu zextan netewand. Em ê bi hêza xwe ya bi biryar têkoşîna xwe bidomînin. Em ê hem bi rêxistin bin û hem jî bibin pêşengê vê pêvajoyê. Haya me ji vê heye. Em ê di dema pêş de bi hev re serkeftineke dîrokî bi dest bixin û teqez em ê bi ser bikevin."
Kongre bi govendê ji aliyê jin û ciwanan ve bi stranan bi dawî bû.