
Ji DEM Partiyê daxuyaniya qeyûman a girseyî
- 13:18 19 Sibat 2025
- Rojane
ENQERE - Di daxuyaniya ku derbarê qeyûmê tayînî Wanê hat kirin de hat dayîn, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê gotin, "Kî aştiyê û çareseriyê dixwaze û kî bi vê zihiniyetê aştî û çareseriyê sabote dike?"
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, hevşaredar, hevşaredarên li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, endamên meclisan û gelek kesan li dijî biryara tayînkirina qeyûman li Parka Guvenê ya Enqereyê daxuyanî dan.
Beriya daxuyaniyê, partiyiyan li hundirê parkê meş li dar xist. Di meşê de dirûşmên “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Her wiha beşdaran bi çepik, tililî û dirûşman bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan. Her wiha girseyê bi dirûşman bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî da û gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz kir.
‘Qeyûm darbe ye’
Di daxuyaniyê de ji ewil Tulay Hatîmogûllari axivî û got: “Li dijî tayînkirina qeyûman em li şardariyan bûn. Tevî gelê xwe me nerazîbûna xwe nîşan da. Me careke din daxwaza mafên xwe yên demokratîk, kir. Em îro li dijî zîhniyeta qeyûm li vir kom bûn. Qeyûm, binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye. Qeyûm, derbeyeke siyasî ye. Ji ewil qeyûm li Kurdistanê ketin meriyetê. Niha jî ji Esenyurtê heta gelek cihan tayîn dikin. Heta li zanîngeh û şîrketan jî tayîn dikin. Qeyûm, berhemeke vê rejîma otorîter e ku li me tê ferzkirin. Em ê nehêlin mafê me yê bijartin û hilbijartinê ji destê me bê standin.
Herî dawî di 15’e Sibatê de qeyûm tayînî Wanê kirin. Ev dîrok girîng e. Salvegera komploya navneteweyî ya li dijî birêz Abdullah Ocalan e ku anîn Tirkiyeyê. Bi taybet jî ev dîrok hatiye hilbijartin û em wateya wê dizanin. Ji 1’ê Cotmehê ve ye çendek hevdîtin hatin kirin û pêvajoyek heye. Ev qeyûm jî bersiva van hevdîtin û diyalogê bûn. Em vê feraseta qeyûmperest û derbeya siyasî ya îktîdarê şermezar dikin. Û em ê li dijî wê têbikoşin. Îktîdara ku digot ‘em ê welêt ji wesayeta leşkeran rizgar bikin’, rejîma wesayetê ya qesrê ava kir. Em vê qebûl nakin.
Jixwe hûn xizmetê ji herêmên Kurdan re nakin. Hûn Kurdan weke hemwelatî nabînin û nahêlin xwe bi xwe birêve bibin. Ev yek, şêweyekî îşkenceyê ye. Vê jî bi destê waliyên xwe yên tayînkirinî, bi qeyûm û qeymeqaman dikin. Em vê qebûl nakin. Ev feraseta qeyûm niha li hemû Tirkiyeyê belav dibe. Me ev di Şaredariya Esenyurtê û di lihevkirina bajar de dît. Duh em bi operasyoneke nû hişyar bûn. Hevalên me yên ked dane HDK’ê hatin binçavkirin. Em careke din ji vir bangî qesrê dikin; HDK û hemû zemînên siyasî û civakî yên me li ser zemîna lihevkirinê ava kirin, rûmeta me ne.
Em dest ji berxwedanê bernadin
Weke DEM Partiyê em ê dev ji têkoşîna azadiyê bernedin. Tevî provakasyonên wan jî em ê ji bo avakrina aştî û demokrasiyê têbikoşin û her tim bibêjin aştî.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û dirûşma "Bijî berxwedana Wanê" hat berzkirin.
Piştî çalakiya rûniştinê Hevserokên DEM Partiyê jî di nav de çalakvanan ber bi meclisê ve dest bi meşê kir.