
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
- 13:25 13 Adar 2025
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li dozgeriya komarê û midûriyeta girtîgehê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda giran de tên ragirtin, serlêdaneke nû kirin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan. Parêzeran her wiha ji bo muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serlêdana hevdîtinê kirin.
Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Faik Erol di 27’ê Sibatê de li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtin pêk anî. Parêzer Rêzan Sarica û Newroz Ûysal Aslan herî dawî di 7 'ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn.
Piraniya daxwazên parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nehatine bersivandin. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê di bersivên dayî de bi hinceta "Cezayên dîsîplînê" 6 mehan nêrîna parêzeran qedexe ye.
Di dema Rewşa Awarte de ku Tîrmeha 2016'an hate ragihandin, heta Sibata 2018'an qedexeya dîtina parêzer dewam kir. Piştî vê dîrokê, daxwazên parêzeran ên ji bo hevdîtinê ji bo 6 mehan hatin qedexekirin. Dadweriya Înfazê ya Bursayê di 8’ê Mijdara 2024’an de biryara qedexekirina hevdîtinên parêzeran ên 6 mehên dawî yên ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê da. Der barê sedema qedexeyê de ti agahî ji parêzeran re nehat dayîn.
Bi biryara dawî ya qedexeyê re, di nava 8 salên dawî de herî kêm 15 caran hevdîtina parêzeran li Abdullah Ocalan hat qedexekirin.