Li warê Abdullah Ocalan Newroza bi heybet

  • 11:57 13 Adar 2025
  • Rojane
RIHA - Li navçeya Xelfetî ya Rihayê ku warê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e Newroz hat pîrozkirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di pîrozbahiya Newrozê de axivî û got: “Ev agir heta ku Kurd azad dibin dê her geş be.” 
 
Li bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Xelfetî ya Rihayê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahî, li Parka 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredarên navçeyê, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn. 
 
Welatiyên ku bi cilûbergên xwe yên Kurdî hatin qadê, demek a dirêj li ber stranan govend gerandin. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî, hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên navçeyê ji ewil gel silav kirin. 
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Adalet Çay di pîrozbahiyê de axivî û got: “Li bajarê Rêbertiyê Newroza her kesî pîroz be. Newroza Rêber Apo pîroz be. Bila ev Newroz bibe wesîleya aştiyê. Werin em bi destên hev bigirin û destê Rêbertiya xwe xurt bikin. Heta mirinê em bi Rêbertiya xwe re ne. Newroza we pîroz be.” 
 
Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin jî axivîn û Newroz li gel pîroz kirin. 
 
  
 
Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û wiha got: “Bi kesên agirê Newrozê zindî hiştin, yên watedar kirin re me xwe gihand van rojan û me ev roj pîroz kir. Xaka Mezopotamyayê şahidiya gelek tiştên nû kir. Ev xak, ew xake ku cara ewil mirovan hestên xwe li kaxizê nivîsandin. Her wiha qralên zalim dît lê her tim berxwedêrên tu caran serî netewandin hebûn. Bi şewitandina qesra Dehaq re gelê Kurd bi sedan sala ye agirê Newrozê vêdixe. Ev agir heta ku Kurd azad dibin dê her geş be. Ev agir dê her tim ji me re bibe hêvî. Navê Newrozê li Kurdistanê bû berxwedan. Agirê Newrozê ji gelê Kurd re bû roj. Roja me bi banga 27’ê Sibatê re pêşniyara jiyaneke nû dike. Gelê Kurd axa mirinê li ser xwe diavêje û her tim dîrok zindî hişt.” 
  
Çîgdem Kiliçgun uçar, anî ziman ku li Xelfetiyê gel bi hev re dijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di îradeya vê pêkvejiyanê de rola birêz Ocalan gelek mezin e. Bi banga 27’ê Sibatê re em derbasî pêvajoyeke nû bûn. Di bangê de, rêbazeke ku gel bi hev re dijîn û jin di navenda siyaseta demokratîk de cih digirin, heye. Her kes dikare bi nasnameya xwe re bê gel hev. Ev welat dikare demokratîk bibe. Gelo em amade ne ku vê bangê li Xelfetiyê bicih bînin? Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dê bi Newrozê re mezintir bibe. Divê Rêveberiya Xweser ne tenê li Sûriye û Rojava, divê li her çar aliyên cîhanê belav bibe. Çavên gelan ronî bin. Dê Sûriye nebe welatekî yekperest, dê her kes bi zimanê xwe, bi reng û baweriya xwe bijî. Bi sed Newrozên em ê li dar bixin re em ê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her derê vebêjin.” 
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar, endama Meclisa Dayikên Aştiyê Sakîne Arat ku li Amedê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û got: “Sakîne Arat bi salan ji bo çareseriyê têkoşiya. Heft zarokên xwe winda kir lê tu caran hêviya xwe winda nekir. Em soza pêşerojeke azad didin wan kesên hêviya xwe her tim geş dihêlin.” 
 
 
 Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî wiha xitabî gel kir: "Birêz Ocalan bangawaziyek kir, lê hikûmetê heta niha tu gav neavêtiye. Ez ji vir, ji Halfetî, ji bajarê ku birêz Ocalan lê hatiye dinê, bang li hikûmetê dikim. Hûnê kengê şert û mercên muzakere û jiyanê yên ku birêz Ocalan bikaribe bi azadî kar bike biafirînin? Hûn li benda çi ne? 
 
Pêşî divê şert û mercên muzakere û jiyana birêz Ocalan bên başkirin. Wê demê divê binesaziyek were amadekirin ku Selahattîn, Fîgen, Leyla, Eyşe û bi hezaran hevrêyên me yên girtî bi me re têbikoşin. Li hemberî vê bangê em ê samîmiyeta dewletê çawa biceribînin? 
 
Em bang li hikûmeta ku doh qeyûm tayînî Şaredariya Halfetiyê kir. Ger hûn dilpak bin, hevserokên me yên Kurd û Tirkmen ên ku îradeya Halfetî temsîl dikin, ji nû ve bidin wezîfedarkirin. Emûlên xwe vekişînin û dev ji zihniyeta emanetê berdin. Pêşî, rê û rêbazên hiqûqî yên ku Kurd û gelên din ên li Tirkiyeyê dijîn, bi awayekî wekhev û bi hev re bijîn, bikin. 
 
Ez bang li Meclîsê jî dikim. Ev bang bangeke dîrokî ye. Divê parlamento di vê bangewaziya dîrokî de rola xwe bilîze û di zûtirîn dem de bicive û rêkarên yasayî pêk bîne û pêwîstiyên bangeşeyê pêk bîne. Ez we hemûyan bi rêz silav dikim. Rêya me dirêj e, me bedelên mezin daye, me têkoşînek mezin daye, niha em di serdemekê de ne ku em ê mafên xwe bi dest bixin û bigihêjin encamê, di Tirkiyeya demokratîk de Kurd bibin xwedî mafên wekhev. Ez bawer dikim ku em ê vê bi dest bixin.”
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin. Pîrozbahî bi gerandina govendê ya bi stranên hunermend Arhat ve bi dawî bû.