
Gelê Cizîrê dê di 20'ê Adarê de Newrozê pîroz bike
- 14:54 13 Adar 2025
- Rojane
ŞIRNEX - Komîteya Amadekar a Newrozê ya Cizîrê bi daxuyaniyeke starta xebatên Newrozê ku dê di 20'ê Adarê de pîroz bike da.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) deklerasyona Newroza 202'an di 11'ê Adarê de bi raya giştî re parve kirin. Piştî deklerasyonê Komîteya Amadekar a Newroza Cizîrê jî bi daxuyaniyekê starta Newroza Cizîrê da.
Newroz îsal wê 89 navendan wê be pîroz kirin. Ji van navendan yek jî navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye. Newroza Cizîrê wê îsal di 20'ê mehê de li ser rê ya Şirnexê li Qada Newroza nû wê be pîroz kirin. Komîteya Amadekar a Newroza Cizîrê jî di çarçoveya Newroza wê bê pîroz kirin de bi daxuyaniyeke starta xebatên Newrozê da.
Daxuyaniya ku li qada Newroza nû hat dayin Rêxistinên DEM Partî û DBPê ên navçeyên Cizîrê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktivîstên TJA tevlîbûn. Hevserokê DEM Partî yê navçeya Cizîrê Yilmaz Sanri daxuyanî da.
Yilmaz Sanri anî ziman ku Newroz di heman demê de azadiya gelan e û wiha got: “Newroz ne tenê hatina biharê ye. Ev 2637 sal in Kawayê Hesinkar Dehaqè zalim ji textê zilme aniye xwarê û ev roj bû roja azadiya gelan. Gelê kurd û rojhilata navin bi vê ?oreşê, ji bin zilmê rizgar bûne û ev ji bo gelan bû nûroj ango Newroz. Gelê Kurd ji wê rojê ve pêta agirê Newrozê bilind kiriye û bûye Gelê Newrozê. D? pêşengiya Gelê Kurd de Newroz bûye Cejna Azadiya Gelan. Îsal em ê bi banga sedsalê ya Rêzdar Ocalan a Banga Aştî û Civaka Demokratîk Newroza dîrokî pêşwazî bikin. Bi v? banga diroki hêvî û bendewariyên gelan bilin bûye û dengê ji bo azadiyê ji her demê xurtir bûye. Li ser bingeha banga Aştî û Civaka Demokratîk em ê li her qadan pêta agirê newrozê bilind bikin. Îro bi rihê Kawayên Hemdem Mazlûman, Zekiyeyan, Rehşanan û Viyana agirê Newroza Azadiyê ii her deme gur û geştir bûye. Em ê 20ê Adarê di seat 11an de li Qada Newrozê dengê xwe ye ji bo aştî û azadiyê bilind bikin. Bi rihê newroza azadiyê ji 7 sali heta 70'î sali hemû gelê me div? biherikin gada Newrozê.”
Piştî daxuyaniyê girsê li qada Newrozê agir pêxistin û govend gerandin.