
Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
- 13:25 19 Sibat 2025
- Rojane
ENQERE - Şandeya DEM Partiyê ku di çarçoveya nîqaşên ser çareseriya demokratîk a Kurd çû Awûstralyayê, hevdîtinên xwe didomîne.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya nîqaşên têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de li Awûstralyayê hevdîtinên xwe didomînin. Hat gotin ku Cîgira Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê ya ji Komîsyona Têkiliyên Karên Derve Berpirsyar Ebru Gunay û Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê ji Komîsyona Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî hevdîtinên xwe yên li bajarê Melbourneyê didomînin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya serdana di navbera 16 û 18’ê Sibatê de hatiye detpêkirin de şandeyê li Navenda Civaka Kurd a Deokratîk a Victoriayê bi gel re civîn hatiye lidarxistin û di civînê de geşedanên li Tirkiye, Rojhilata Navîn hatine nirxandin û sekna heyî hatiye vegotin.
Hat diyarkirin ku şandeyê piştre çûye serdana Federasyona Elewiyan a Awûstralyayê û Cemxaneyê. Hat gotin ku şandeyê bi li Parlamentoya Herêmî ya Victoriayê bi endam û parlamenterên Partiya Karkeran, Keskan û Partiya Lîberalan re civîn lidar xistine. Hat ragihanidn ku serokwekîlê koma Partiya Keskan û Wezîrê Edaletê yê Eyaleta Victoriayê Enver Erdogan jî tev li civînê bûye û li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê û rola çareseriya aştiyane ya navneteweyî nîqaş hatine kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê hevdîtinên şandeyê yên li Awûstralyayê piştî civîna gel a li bajarê Perthê dê bi dawî bibin.