
Şaredariya Rezan Meclîsa Jinan ava kir
- 20:30 18 Sibat 2025
- Rojane
AMED - Şaredariya Rezan di çarçoveya kampanya ‘Gotina me neqedyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin’ Meclîsa Jinan ava kir.
Şaredariya Rezan a Amedê ya DEM Partiyê, bi armanca wekheviya zayendî, û bi armanca jin di qada civakî, aborî, çand û cpolîtîk de bi bandor cih bigirin Meclîsa Jinê ava kir. Meclîsa di çarçoveya kampanya ‘Gotina me neqedyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin’ hat avakirin, wê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bernameyan pêk bîne.
Hevşaredara Rezan Leyla Ayaz di daxuyaniya li avahiya şaredariyê hat dayîn de da zanîn ku ew dixwazin ku jin li hemû qadan cih bigirin û ji bo vê jî ev meclîs ava kirine. Leyla Ayaz daxuyakirin ku wê meclîsê berfireh bikin û zêdetir xebatên jinan bimeşînin.