‘Jin jiyan azadî sinor bezand li cîhanê belav bû’

  • 09:05 13 Adar 2025
  • Rojane
 
Memîhan Zeydan 
 
WAN - Aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Bor, derbarê êrişên li hember Tevgera Jinên Kurd de axivî û da zanîn ku ji ber ji têkoşîna tê dayîn encam tê girtin, êriş dikin û ev êriş ne tenê li hember jinan li hember hemû civakê ye. 
 
Zîhniyeta serdest a mêr ku bi sedsalane êrişî her qada ku jin lê têkoşiyaye dike. Êriş her diçin dijwar dibin û li he qadê belav dibin. Jinên tevî êrişan serî natewînin, roj bi roj qadên xwe yên berxwedan û têkoşînê berfireh dikin. Îro li her derê cîhanê jin  hemû ‘Jin Jiyan Azadî’ diqirin. 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Bor derbarê êrişên li hember Tevgera Jinên Kurd nirxand.
 
Ji ber ji têkoşînê encam tê girtin êriş dikin
 
Rojbîn Bor da zanîn ku sedema êrişên li hember têkoşîna ev e ku têkoşîna jinan dibe sedema guherînên girîng û mayînde yên civakî. Rojbîn Bor wiha vegot: “Dewlet mînaka tundiyê ye. Li dijî têkoşîna jinê, zîhniyeta dewlet mêr bih bûye. Bi kodên serdest yên mêr teşe bûye. Ev bi salane wihaye. Li dijî têkoşîna jinan ev bi cih bûne. Têkoşîna jinan ji ber encamê digire, li hesabê wan nayê. Jİ ber vê jî her tim êrîş dikin.”
 
‘Jin jiyan azadî sînor bezandin’
 
Rojbîn Bor daxuyakirin ku "Jin jiyan azadî" ne tenê dirûşmeyeke, mîreya berxwedanê veguheriye gotinê û got: “Êrişkirina jin jiyan azadî wek berê wisa ne hêsane.  Bi salan  êrişê jinên kurd Gelê Kurd dikirin. Lê îro jin jiyan azadî sînor bezandine li hemû cîhanê deng dide. Ji ber vê ev tenê wek dirûşmeyeke marjînal an jî gotin destgirtin, ji ber li cîhanê belav bûye. Ji ber ne tevgera jinên Kurd, ne jî paradîgma ‘jin jiyan azadî’, me mijareke wisa dakeve asteke sivik û ji rêzê.”
 
‘Divê civak van êrişan li hember xwe bibîne’
 
 
Rojbîn Bor destnîşan kir ku paradîgma "Jin jiyan azadî" jinan ava kiriye û wiha dirêjî dayê: “Êrişên li hember tevgera jinan, li hember jinan divê civak lihem ber xwe bibîne. Jin jiyan azadî ne tenê mijara jinane. Êrişa li hember civakê ye. Divê xwedî li jiyan jiyan azadî bê derketin. Di dîrokê de dewletan jin her tim wek ganîmeta şer dîtine.  Dema nêz de me li Rojava dît. Mêran jin li bazarên koleyan firotin. Kirin mijara bazirganiyê. Li her derê cîhanê zîhniyeta mêr a binpêker ya hebûna xwe diparêze heye. Jinan jî wek alavek destdirêjiyê dibîne. Jin bi salane li dijî vê têdikşin. Lê îro têkoşîn hîn wêrektir û xurtire.”
 
‘Bedena jinê her tim di hedefê de bû’
 
Rojbîn Bor di berdewamiyê de wiha vegot: “Bedena jinê her tim hatiye dagikirin, di bin êrîşê de bû. Îro jin li dijî vê têdikoşin, bi awayekî herî cidî herî wêrek canê xwe didin holê. Li ser jinan zextÊn mezin hene. Hewl didin jinê heps bikin bikin kole. Zîhniyeta mêr hewl dide jinan li gorî xwe teşe bike.”
 
 
‘Tevgera jinan a Kurd kuliyatek mezine’
 
Rojbîn Bor, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevgera Jinên Kurd îro ji argumanên femînîst ku dubare dike, pir wêdetir e. Em vê ji xebatên wê yên jîneolojiyê ji têkoşîna wan dibînin. Tevgera jinên Kurd kuliyatek mezine. Çavkaniyeke mezine. Ez wek jinek Kurd vê nabêjim. Ez wek jineke xwendayê wek jineke ku çiqas ked daye tevgera jinên kurd dibêjim.”