Li Stenbolê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin

  • 17:53 7 Nîsan 2025
  • Rojane
STENBOL- Li Şîşlî ya Stenbolê 4 mêrên ku nasnameya wan nehat diyarkirin, Kadar Kuçukcoşkun ya ducanî û Gultekîn Gezer bi çekê qetil kir.
 
Li Şîşlî ya Stenbolê 4 mêrên ku nasnameya wan nehat hînbûn, jina ducanî Kadar Kuçukcoşkun û Gultekîn Gezer bi çekê qetil kir. Bûyer li xaniyekî di avahiya li taxa Kuştepe pêk hat. S.Y, G.K û D.K li polîs gheriyan û diyar kirin ku kesên rûpûş hevalên wan li malê bi çekê qetil kirine. Piştî bûyerê polîs sewqê cihê  bûyerê hatin kirin. Ekîban ku tespîtkirin kirin ku Kader Kuçukcoşkun û Gultekîn Gezer birîndarin, sewqê nexweşxaneyê kirin.  Her du kesên birîndar li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.
 
S.Y. G.K., D.K. û peywirdarê avahiyê T.E ji bo îfdeyê birin navenda polîsan.
 
Polîsan ser barê bûyerê de xebat dan destpêkirin.