
Roza Metîna: Em serî natewînin
- 10:04 15 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka MKG’ê Roza Metîna dazanîn ku ew binpêkirinên mafan yên rojnamegerên jin dijîn dikin rapor û li dijî vê têdikoşin. Roza Metîna diyar kir ku li dijî hemû êrişan wê destûr nedin pênûsa wan bê şikandin.
Rojnamegerî qadeke pîşeyî ya ku mafê civakê yê wergirtina nûçeyan pêk tîne û xizmeta berjewendiya giştî dike. Lê ji bo rojnamegerên jin xebata li qadê pêvajoyek e ku ne tenê li dijî zehmetiyên pîşeyî, di heman demê de li dijî şîdet û cudakariya zayendî jî têdikoşe. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) di sala 2023'yan de ji bo ku zext, gef û şîdeta li hemberî jinên rojnameger û bi taybetî yên li erdnîgariya Kurdistanê tên jiyînbên dîtin, hate avakirin. Di vê çarçoveyê de zehmetiyên fizîkî, derûnî û hiqûqî yên ku rojnamegerên jin li qadê rû bi rû dimînin, di bin siya newekheviya zayendî û zimanê mêraniyê yên di çapemeniyê de tên lêkolînkirin.
Rojnamegerên jin bi taybetî dema ku bûyerên civakî û xwepêşandanan dişopînin dibe ku rastî êrîşa fizîkî ya hêzên ewlekarî an jî komên sivîl bên. Li gorî raporên sala 2024’an ên ji aliyê MKG’ê ve hatin weşandin, tenê di salekê de bi dehan rojnamegerên jin dema nûçe dişopandin ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin, astengkirin an jî hatin binçavkirin. Tacîzên zayendî yên li hemberî rojnamegerên jin hem di warê fizîkî û hem jî di warê dîjîtal de bi tundî pêk tê. Rojnamegerên jin ên di çapemeniya dîjîtal de hedef hatin girtin rastî heqaretên zayendperest, gef û şîdeta derûnî hatin. Di raporên MKG'ê de bi taybetî jî rojnamegerên jin ên serbixwe û Kurd di medyaya dijîtal de dibin hedef û kampanyayên lîncê tên meşandin.
38 jin hatin darizandin
Li gorî rapora MKG’ê ya meha mijdarê herî kêm 38 rojnamegerên jin hatine darizandin, piranî ji van dema pîşeya xwe îcra kirine hatin binçavkirin û girtin.
MGK ji bo rojnamegerên jin yên hatine binçavkirin an jî darizandin alîkariya hiqûqî dike, ji bo rojnamegerên tundî dîtina piştgiriya piştevanî û terapiyê dide.
Seroka MKG’ê Roza metîna der barê êrişan de nirxandin kir.
Êrişên li hember rojnamegeran
Roza Metîna da zanîn ku rojnamegerên jin di civakê de xwedî roleke girîng in û ji bo rastiyê ragîhinin civakê têkoşînê didin, ji ber vê jî dibin hedef. Roza Metîna wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdariya xwedî zîhniyeta serdest ya mêr e, dema vê rastiyê dibînin, çawa dibin desthilatdar bi taybet rojnamegerên jin û xebatkarên çapemeniyê hedef digirin. Ya ewil hedef digirin jî çapemeniya azad e. Çapemeniya azad derewên wan îfşa dike. Polîtîkayên wan yên qirêj teşhîr dike. Ji be wisa dibe çapemeniya azad hedef tê girtin.Ji ber polîtîkayên dijminwarî li hember jinan tên meşandin, li hember rojnamegerên jin û jinên aktîf dixebitin tundiya sîstematîk tê meşandin.”
‘Pirsgirêkên ku rojnamegerên jin li qadê dijîn’
Roza Metîna destnîşan kir ku rojnamegerên jin dem bi dem li dijî van êrîşan zehmetiyan dikşînin û li qadan dema şopandina nûçeyan bi gotinên zayendperest re tên rû hev. Roza Metîna wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tundiya fîzîkî û pîskolojîk li rojnamegerên jin tên kirin.Di alî aborî de jî êrîş tÊn kirin. Alavên Teknîk tên desteserkirin. Jibo xebatên wan bên astengkirin ev polîtîka zextê tê meşandin. BerÊ jî bi ser buroya JINNEWS’ê de hat girtin, malpera wan hat astengkirin.Tirkiye ji bo rojnamegeran ne cihekî azad e.Li cihê rojnamegerên jin di hedefê de bin em nikarin behsa azadî û demokrasiyê bikin. Ev êrîş heman demê de li hember azadiya fîkr û ramanê ne.”