Parqa Jinan a 8’ê Adarê hat vekirin

  • 21:04 9 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Şaredariya Pirsûsê li navçeyê Parqa Jinan a 8’ê Adarê vekir. Li Meletî û Semsurê jî çarçoveya 8’ê Adarê de bername pêk hatin.
 
Şaredariya Pirsûs a Rihayê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê  Parqa Jinan a  8’ê Adarê vekir. Hevşaredara Pirsûsê Ayten Kaya, rêveberên DEM Partiyê û gelek jin tevli bûn. Jinên cil û bergên gelerî li xwe kirin bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ meşiyan parqa ku hat vekirin.
 
Jinan li parqê şitil çandin û govend gerandin.
 
Meletî
 
Rêxistina DEM Partî ya Meletiyê çarçoveya bernameyên 8’ê Adarê de li taxa Kureçîk a navçeya Arganê li malacemê hevdîtina jinan pêk anî.Rêveberên DEM Partiyê û gelek jin tevli bûn. Hevseroka navendê Nurhayat Şîmşek axivî û got ew ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin.
 
Hevdîtin bi govend û dirûşmeyan bidawî bû.
 
Semsur
 
Tevgera Jinen Azad (TJA) li bajaroka Pinarbaşi ya navçeya Bulam a Semsurê bi dirûşmeya ‘em li dijî qirkirina jinê serî hildidin, dimeşin azadiyê’ şahî pêk anî. Gelek jin tevl şahiyê bûn. Her wiha parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî tevli bû.
 
Adalet Kaya di şahiyê de axivî û got: “Divê reng û fikrên jinên li hemû qadên jiyanê xwe bidin nîşandan.”
 
Piştî axaftinan şahî bi govendê bidawî bû.