
Li Wanê mitînga fînalê: Em ê Rêbertiya xwe azad bikin
- 12:04 9 Adar 2025
- Rojane
WAN - Aktîvîsta TJA’yê Zekiye Îlbasan di mitînga 8’ê Adarê ya Wanê de axivî û diyar kir ku ew ê ji bo aştî û jiyaneke birûmet kolan bi kolan, mal bi mal gel birêxistin bikin û got: “Em jin dê Rêbertiya xwe azad bikin.”
Fînala çalakî û xwepêşandanên bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê tên lidarxistin, li Parka Mûsa Anter a Wanê bi mitîngekê tê lidarxistin. Mitîng, bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinan em serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” tê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan tev li mitîngê bûn.
Jinên ku ji saetên serê sibehê ve bi rê ketin, piştî du noqteyên lêgerînê derbasî qada mitîngê bûn. Jinên ku cil û bergên Kurdî li xwe kirin, gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Komeke jinan ên li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya bajar hatin gel hev jî, weke kortejê derbasî qada mitîngê bûn. Jinan, di meşê de pankarta “Tu bandor dikî, diguherînî û tu wê mezintir dikî”, “Li hemberi qirqirina jinê em ê serî rakin, em ê azadiyê ava bikin”, “Aştî mafê gelê Kurd e, statûyekê mayînde mafê gelê Kurd e, wekhevî mafê gelê Kurd e”, “Yê ku birêve dibe tu yî şikûr ji qudreta te re” û “Em li dijî qirkirina jinan serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” hatin hilgirtin.
‘Heta jin azad nebe, civak azad nabe’
Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt axivî. Gulşen Kurt, got: “Banga Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ji bo me tevan e. Çi bikeve ser milê me em ê pêk bînin û pêşengtiyê ji aştiyê re bikin. Bi sala ye em li dijî polîtîkayên qirêjî têkoşîneke mezin didin. Heta ku têkoşîna me ya li dijî qirkirina jinê, qirkirina xwezayê, koçberî û polîtîkayên qirêjî bi aştiyê biencam dibe dê bidome. Heta jin azad nebe, civak azad nabe.”
Piştre jî peyama Abdullah Ocalan a ji bo jinan şandibû hate xwendin. Kurdiya peyamê Hevseroka DBP’ê ya Wanê Gonul Uzunay û ya bi Tirkî jî Aynûr Sarica xwend. Jinên li qadê dema peyam dihat xwendin bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.
‘Dê bi xwerêxistinkirinê aştiyê bînin’
Piştre jî Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal axivî ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin. Neslîhan Şedal, got: “Bi sala ye jin li qadan li dijî dewleta mêr li ber xwe dide. Jin, bi sala ye xwedî li ziman û çanda xwe derdikevin û li qadan bersivê didin her kesî. Rojane bi dehan jin tên qetilkirin, tên windakirin. Tevî vê jî bersiva herî mezin li qadan didin. Têkoşîna jinên Kurd li ser bingeha felsefeya demokratîk û azadiya jinê dimeşe. Jinan, li dijî xespkirina vînê têkoşîneke mezin raber kirin. Jinên Wanî bi rojan li kolanan li dijî xespkirinê li ber xwe dan. Jin dê îradeya xwe bi wan nedin binpêkirin. Niha pêvajoyeke nû dest pê dike. Em piştgiriyê didin vê pêvajoya bi pêşengtiya birêz Abdullah Ocalan dest pê kiriye û em soz didin ku dê bi xwerêxistinkirinê aştiyê bînin.”
‘Em ê li dijî qirkirina jinan bi ser kevin’
Aktîvîsta TJA’yê Zekiye Îlbasan jî ev tişt anî ziman: “Em rojên dîrokî dijîn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Em xwe berpirsyar dibînin û ji bo hewcehiyên vê bangê bên cîbicîkirin tişta ji dest tê em soz didin ku dê bikin. Aştiyeke birûmet tenê bi azadiya jinan pêkan e. Ji bo vê jî em ê kolan bi kolan, mal bi mal xwe birêxistin bikin. Heta ku em hesabê hemû jinên hatine qetilkirin dipirsin dê têkoşîna me bidome. Em ê li dijî qirkirina jinan bi ser kevin û Rêbertiya xwe azad bikin.”
Piştre jî Koma Vejînê derket ser dikê.
Mitîng dê bi axaftinan bidome.