111 kesên hatin binçavkirin, hatin berdan

  • 11:08 9 Adar 2025
  • Rojane
   
 
STENBOL - Şevê din polîsan êrişî Meşa Şevê ya Femînîst kirin û 112 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 111 jê hatin berdan û yek jî sewqî dozgeriyê hate kirin. 
 
Duh li Stenbolê 23’yemîn Meşa Şevê ya Femînîst hat lidarxistin. Dema jin ji qadê velav dibûn ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan, bi hinceta berzkirina dirûşma “Tayyîp bireve, vaye jin tên” û bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna hejmar 2911’ê” êrişî jinan kirin. Di êrişê de du jê zarok bi giştî 112 kes bi lêdanê hatin binçavkirin û destên wan ji pişt ve hatin kelemçekirin. 
 
Ji binçavkiriyên birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar 111 jê piştî îfadeyê hatin berdan û jinek jî bi îdiaya “Heqaret li serokkomar kiriye” sewqî dozgeriyê hate kirin.