
Xizmên windayan banga edaletê kirin
- 15:26 22 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇYAN - Xizmên windayan ku li 3 navendan çalakî li dar xistin, ji bo xizmên xwe yên ku hatin windakirin û banga edaletê kirin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan, bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" li Êlih û Colemêrgê vê hefteyê jî çalakiyên xwe dewam kirin.
Amed
Li Amedê jî çalakvan di hefteya 837’an de li Parka Koşuyolu hatin ba hev û faîlên parêzer Metîn Can û Dr. Hasan Kaya yên di sala 1993’yan de hatine qetilkirin, pirsîn.
Piştre, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
Êlih
Li Êlihê xizmên windayan di hefteya 673’yan de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên qurbaniyên di bin çavan de hatine windakirin, hildan. Di çalakiyê de çîroka parêzer Metîn Can û Dr. Hasan Kaya hate xwendin.
Colemêrg
Li Colemêrgê di hefteya 163’yan de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê, kom bûn. Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan wêneyên qurbaniyên di bin çavan de hatine windakirin, hildan.
Di çalakiyê de faîlên Mehmet Zekî Yilmaz hatin pirsîn ku 25’ê Sibata 1994’an di bin çavan de hate qetilkirin.
Di çalakiyê de peyam hate dayîn ku heta hesab ji faîlan tê pirsîn, wê têkoşîn bidome.