
Şêniyên Reqa Tebqa û Dêrazorê berê xwe dan Bendava Tişrînê
- 15:00 22 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dehan şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê da ku tevlî berxwedana li bendavê bibin.
Karwaneke şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo tevlî çalakiyên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û parastina bendavê bibin ber bi bendavê ve ketin rê.
Bi dehan jin, ciwan, kal, hunermend û rewşenbîran li çerxerêya Firûsiyê ya rojavayê bajarê Reqayê kom bûn û piştî ku karwanê ji Dêrazorê gihişte wan ber bi bendavê ve ketin rê.
Tê payin ku şêniyên kantona Tebqayê li kampa Mehmûdlî ya gundewarê rojhilatê kantona Tebqayê tevlî karwanê şêniyên kantonên Reqa û Dêrazorê bibe.
Ji 8’ê Çileyê ve çalakiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li bendavê çalakî û berxwedana parastinê dikin.