
Lî Rojhilatê Kurdistanê di heftiyekê de 6 jinan bi guman jiyana xwe ji dest da
- 15:07 17 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê di nava heftiyekê de, 6 jê jin, 11 kesan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di heftiya borî de 11 kes li bajarên Bokan, Kirmaşan, Wezîrî Nehawedan, Maydeş, Urmiye, mahabad, Qesrê, Şîrîn û Şabad, yên Rojhilatê Kurdistanê, bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Rêxistinê da zanîn ku ji 11 kesan, 6 jê jin û navê wan wiha ne: “Reza Bazwend, Hadî Qadirî, Hêmin Şemal, Mihemed Emîn Ebdî, Umîd Ebasî, Îhsan Sipêhrî, Umêd Xefarî, Menzer Seydî, Frîşte Qasimî, Mîna Xulamî, Fatme Balançî, Perwîn Mihemedî û Leya Hiseynî.”
Rêxistinê sedema mirinan bi rewşa aborî, civakî û nebûna piştgiriya derûnî ve girêda.